Li Herêma Kurdistanê Modaya Welatên Rojava Cil Û Bergê Kurdî Dide Ji Bîr Kirin
Haberler / 05 Eylül 2018 Çarşamba Saat 08:50
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR – Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de amadekarîyekî berfireh ji bo nîşandana cil û bergê modaya welatên Rojavayî hat kirin. Cil û bergên ku bi qumaşên cilên gelerî ya kurdî lê bi modaya welatên rojavayî hatine çêkirin, ji aliyê kesên nîşandana modayê temaşe kirin ve nirxandina ev nîşandana modayê durxistina nirxên kurdewarî re xizmet dike hat kirin.

Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de amadekarîyekî berfireh ji bo nîşandana cil û bergê modaya welatên Rojavayî hat kirin. Cil û bergên ku bi qumaşên cilên gelerî ya kurdî lê bi modaya welatên rojavayî hatine çêkirin, ji aliyê kesên nîşandana modayê temaşe kirin ve nirxandina ev nîşandana modayê durxistina nirxên kurdewarî re xizmet dike hat kirin. 

Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de amadekarîyekî berfireh ji bo nîşandana cil û bergê modaya welatên Rojavayî hat kirin. Ji bo nîşandana koleksîyonê li ser dîkê nêzî 80 keç û xortên ciwan ji Amerîka û welatên Avrupa anîne bajarê Hewlêrê. 

Ev nîşandana modayê dewletên rojava bi sponsorîya tora medyaya Rudawê hat birêvebirin.

Piranîya cil û bergên ku hatîn nîşandan bi qumaşê cilên Kurdî lê bi modayê welatên Rojavayî hatibûn çêkirin, bu sedema bertek û nîqaşên cur bi cur. Ji aliyê kesên nîşandana modayê temaşekirin ve nirxandinên cur bi cur hatin kirin û hat gotin ku ev nîşandana modaya cil û bergan bi taybet ji bo bala ciwanên başurê Kurdistanê bikişîne ser xwe û wan ber bi çanda welatên derve ve bibe tê kirin. Her wiha di vê nîşandana moda de ku zarok jî hatine bi karanîn de jî bertek hate nîşandan û şîroveya hîna di temenekî biçuk de wan berbi helandina çandî ve kaş dikin, hat kirin. 

Temaşekerê nîşandana modayê X.E.M, diyar kir ku wî jî li modayê temaşe kir û bertekê xwe ji perpirsiyarên amadekar ên modayê re rave kir û got: “Xelkê qedîm yê herêma Kurdistanê li hember vê nîşandana modayê wê nerazîbin. Ev tişt li dijî çanda meye û bi armanca windakirina çanda cil û bergê Kurdî tê kirin.  Ev nîşandana modayê durxistina nirxên kurdewarî re xizmet dike.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Moda  Hewler    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.