ENKS’yî nîşan didin û çete jî wan direvînin
Haberler / 31 Ağustos 2018 Cuma Saat 11:54
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Hate raghandin ku Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi pêşengtiya ENKS`ê sivîlên Efrînê ku berê endamên PYD`ê bûn an jî welatparêziyê dikin, tên nîşandan û piştre jî tên revandin. Çete ji bo berdana wan jî fidye ji malbatan dixwazin.

Hat diyarkirin ku piştî qirîza aborî ya Tirkiyê dewleta Tirk mûçe li ser çeteyên ku heyanî niha mehane mûçe dida komên çeteyan qut kir. Piştî qutbûna mûçeyan û piştî ku çeteyan di nava Efrînê de her tişt dizîn û talan kirin êdî tiştekî ku bidizin û jê pere derbixin nema. Berê de jî ku revandina sivîlan dihat kirin û fidye dihat xwestin, niha ji bo vê hinekê din pêş bixin, bi pêşengtiya ENKS’yiyan rêbazekê nû peyda kirin e. 

 

Hinceta nû ji bo revandin û fidyê xwestinê ya çeteyan çi ye?

Çavkaniyekî ji heremê ragihand ku çeteyên girêdayên dewleta Tirk vê carê rêbazeke nû ji bo revandin û xwestina fidyê ji xwe re peyda kirine. Li gor agahiyan çeteyan bi ser hin malan de digirin û kesekî ji malê bi hincetên ku ew kes berê tevlî bernameyeke televezyonê bûye an tevlî şahî û çalakiyeke PYD`ê bûye an jî endamekî PYD`ê serlêdanan wan kiriye digirin. Piştî demekê ji girtina wan çete ji malbatên wan fidyê bi buhayên pir mezin dixwazin. Hate diyar kirin ku çete di dema girtinê de ferq naxin navbêra jin û zilaman kî bikeve destê wan digrin û dibin. Ji ber ku malbat neçar dimînin jin û ciwanên xwe rizgar bikin her tiştê xwe didin çeteyan.

 

ENKS`ê van kesan nîşanî çetan didin û wan tawanbar dikin

Li gor agahiyan, ENKS`ê ji çeteyan re dibin rênîşandar û wan kesan nîşan didin.  ENKS`yî hin kesan ji ber pirsgirêkên berê di navbera wan û malbatan de didin girtin û hin kesan ji ber ku rastiya ENKS`ê baş nasdikin didin girtin. Lê hate îdeakirin ku sedema herî bingehîn kesên welatparêz û bi hinceta endamên PYD’ê ne nîşanê çeteyan didin û çete wan direvîn in.

Li gor çavkaniyên heremê, di rojên dawî de ji ber van hincetan bi pêşengtiya ENKS’yiyan 28 kes hatine revandin û fidye ji malbatan tên xwestin. 


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ENKS  Efrin  cete  dewleta  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.