Tevgera di nava Efrînê de tenê ji bo malbatên çeteyan û ENKS`ê rihete
Haberler / 24 Ağustos 2018 Cuma Saat 05:29
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Welatiyên Efrînî ku piştî dagirkirinê di Efrînê de mane ji ber kiryarên dijmirovahiyê ya çeteyan, li ser axa xwe xerîb tên dîtin û bi tirs di nava bajar û gundên xwe de tevdigerin. Hat diyarkirin ku tevgerandin di nava bajar û gundên Efrînê de tenê ji bo çeteyan û endamên ENKS`ê rihet û bê tirs e.

Welatiyên ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve di Efrînê de mane her kêlî rastî kiryarên ku ne wijdan, ne mirovahî û ne tu dîn û ol qebûl dike tên. Welatiyên Efrînê ji ber kiryarên dewleta tirk, çeteyên OSO û hevkarên wan ENKS`ê êdî bê zar û perîşan bûne.

Çavkaniyekî ji herêmê raghand ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve, welatiyên ku di Efrînê de mane weke Xerîb û koçber tên dest girtin û tu kes ji wan nikare rihet di nava bajar û gundên xwe de weke berê tevbiger. Li gorî ku çavkanî diyar kiriye, welatiyên ku ji mala xwe derdikevin di nava kolanên bajar û gundan de rastî revandin, dizî, talanî, îşkence, tacîz, tecewiz, biçûk xistin û heqaretê tên.

 

Malbatên çetan û ENKS`ê pir rihet tevdigerin

Li gor agahiyên ji herêmê bi riya çavkaniyekî hatine girtin malbatên çetan û endam û malbatên ENKS`ê di nava bajar û gundan de pir rihet tevdigerin û tu kes li pêşiyan wan nabe asteng û riya wan nagire. Hate gotin ku di nava Efrîn û gundên wê de bi qasî ku tevgerandin ji bo endamên ENKS`ê û malbatên wan serbeste ji tu kesî din re ne serbeste.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  Kurd  ENKS  cete    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.