Jin Pêşengê Hemû Şoreşane
Kadın / 05 Ağustos 2018 Pazar Saat 18:12
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di xwezaya Jin a Rojhilata Navîn de her tim têkoşîn, pêşengî û rihê azad heye.

Di xwezaya Jin a Rojhilata Navîn de her tim têkoşîn, pêşengî û rihê azad heye. Li welatê Iraq’ê Li gorî amarên jimartinê yên resmî ku di navbera salên 2013-2017’an de hatîn kirin, nufûsa vî welatî ji sedî 49,47 jin pêk tê. Her çendî ku beşekî mezin ê civakê jin pêk tîne jî, ji hemu mafên xwe yên jiyanî hatiye bêpar kirin. Bi hatina Îslamê a Rojhilata Navîn re bi hinceta wecibeyên olî hindî derbaz bu Jin ji alîyê zihnîyeta desthilatdar a zilam ve hat reş kirin, durxistin û perçiqandin. Ew di nava çarşavekî reş de pêçan û xistin quncika malê. Li gorî yasaya heyî zilam dikare bi du jinan re bi zewice, bi awayeki fiilî li hinek cihan zilamên ku bi çar jin re zewicî tên dîtin. Jin ji qada siyaset, aborî, ekolojî û leşkerî hatîye dor xistin.

Li İraqê li gelek deveran bi teybet cihên ku Kurd lê dijîn weke Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê, Musil û Kerkukê kevneşopîya suneta keçên ciwan hîn tê dîtin. Ev rewş dibe sedema gelek nexweşîyên cor be cor ku nikarin werin derman kirin. Li tevahîya İraq û Başurê Kurdistanê Jin di rêjeyekî ciddi de rasti destavêtê tên. Zilam bi hinceta temizkirina namusê kuştina jinê ji xwere maf dibîne. Her roja ku derbaz dibe rêjeya kuştinê ji alîyê bav, bira, mêr ve zêde dibe. Li gorî encamên lêkolînekê ku di derbarê şideta li ser jinê de hatî kirin derketiye holê ku, tenê li bajarên Silêmanî û Kerkukê zarokên keç ji sedî 44 û jin ji sedî 57 rasti şideta zilam tên. Li gorî amarên ku hatine lêkolîn kirin di 5 mehan de tenê li Herêma Kurdistanê de derketin 22 Jin hatine qetil kirin. Rewşa şer a ku heyî, kriza aborî û siyasî, bê karî û derfetên zehmet yên jiyanê ev rewş hin xiraptir kiriye û bedela wê ya herî mezin ji Jin didin. Keçên ciwan di temenekî pir biçuk de tên zewicandin û ji qada xwedin û zanînê dor tên xistin. Di nava civakê de gotina, ‘ma keç bi xwîne wê bikare çi bike? Bi kêrî tiştekî nayê desthilatdare. Di vî welatî de çand û edetên ku ji xwere kirine tabo rê nade ku Jin tevlî nava qada zanistê bibe.

Di heman deme de durxistana Jinê ji perwerdê bandora xwe ya mezin li cihê jinê di qada siyasetê de ji dike. Cihê jinê di siyasetê de xwedî rêjeyekî pir kême. Herî dawî isal hilbijartinek li giştî welat pêk hat. Li giştî İraq 6 hezar û 905 kes xwe ji bo namzetîyê nişandan. Divê jimarê de tenê nêzî hezar jin karîyan xwe namzet nişan bidin. Her wiha tenê li Herêma Kurdistana Federal ji 503 namzetan tenê 146 jin karîyan xwe weke namzet nişan bidin. Jinên namzet di demê xebatên hilbijartinê de ji alîyê zihnîyeta zilam a desthilatdar ve rastî gelek nêzîkatîyên şaş hatin, heya hinek namzetên Jin rastî êriş û lêdanê ji hatin. Di vê pêvajoyê de jinên ku xwe ji namzetîyê paşde kişandin ji hebun. Ev jimar ji nişan dide ku tevlîbuna jinê a qada siyasetê pir kême. Li İraqê cihê jinê di tevlîbuna qada aborî de ew qasî kême ku mirov pir kêm rastî tê. Ji ber ku her demê tevlîbuna jinê a vê qadê ji alîyê zilam ve hatîye asteng kirin. Ev rewş li tevahîya welat hema bêje hemane. Vê rewşê jiyana jinê hem di nava civakê de hem ji di nava malbatê de seqet kirîye, di vir de di şexsê jiyana jinê de, jiyana civakê hatîye tevizandin. Ji ber wê ji civak nikare pêşde biçe, nubûnan ava bike. Li rexmê van hemu perçiqandinan Jin bi rihê xwe yê tekoşer kêm be ji disa kariye hebuna xwe berdewam bike û tekoşîna wê bide. Mirov dikare minaka vê di çalakîyên gel yên van deman de ji bibîne. Çalakîyên ku tên kirin li seranserî İraq û Başurê Kurdistanê Jin pêşengîya wê dike. Jin di qada civakê de şoreşa jiyanê dide tevlî plan û projeyan dibe, ji bo debara malbata xwe bike li suk û kolanan xwihdanê di rijîne. Pir kêmbe jî li hemberî perçiqandin û çewisandinê serî hildide. Bê guman li vî welatî heya ku şoreşa gel bi pêşengtiya Jina berxwedêr despêneke û serî hilnede gelek pirsgirêkên ku hene nikarin werin çareser kirin. Li rexmê vê taboyên ku li ser Jinê hatine ferz kirin nayên şikandin. Di civakekê de demê ku Jin azad nebe ew civak jî nikare azad bibe, pêş bikeve û serbikeve. Ji ber ku di dîrokê de ji diyar bûye ku şoreşa bêy Jin ku hatî kirin serneketîye û bingehekî azad ji bo civakê pêşnexistîye.

Çîçek Botan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


Parveke

TAGS(ETIKETLER): jin  jiyan  sores  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.