Şandeyên Dixwazin Derbasî Rojava Bibin Li Deriyê Sêmalka Tên Sekinandin’
Haberler / 01 Ağustos 2018 Çarşamba Saat 06:10
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê Saziya Welatiyên Hamburgê ya Partiya Die Linke Martîn Dolzer ku roportajekî daye rojnamevanê Rojnameya jungewelt.de ya li Elmanya weşanê dike, diyar dike ku ew demek dirêje weke şandeyak ji bo derbasî Rojava bibin lê ji aliyê hikumeta navendî ya Iraq û Herêma Kurdistan a Federal ve hatine rawestandin.

Nûnerê Saziya Welatiyên Hamburgê ya Partiya Die Linke Martîn Dolzer ku roportajekî daye rojnamevanê Rojnameya jungewelt.de ya li Elmanya weşanê dike, diyar dike ku ew demek dirêje weke şandeyak ji bo derbasî Rojava bibin lê ji aliyê hikumeta navendî ya Iraq û Herêma Kurdistan a Federal ve hatine rawestandin. Dolzer, di hevpeyvîna xwe de tîne ziman ku ji ber hikumeta Elmanya mudaxeleyê vê yekê nake, hikumeta Elmanya wek hevkarê îzolasyona ya ser Rojava tê meşandin bi nav kir.

Nûnerê Saziya Welatiyên Hamburgê ya Partiya Die Linke û Berdevkê Aşitî û Siyasî ya Fraksiyona xwe ye, bersiva pirsên rojnamevanê Rojnameya jungewelt.de Jan Greve dide. Roportaja Dolzer ku di rojnameyê de berfireh cih girtiye, diyar dike ku ew siyasetmedarekê Partiya Die Lînke ya li Almanyayê ye, ji bo rewşa Bakurê Sûriye û Rojava çavdêr bikin, weke şandeyek xwestine biçin Rojava lê ew demek dirêje li ber Deriyê Sêmalka tê rawestandin.

 

‘Di Salên Dawî De Zêdetirê 2 Hezar Û 500 Qurbaniyên Bi Teqînên Mayînan Çêbûne’

Dolzer, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameyê de, diyar dike ku wan hem weke saziyeke her tim aşitiyê tînin ziman û hem jî weke partiyê bi şandeyek ji bo çavdêrî gerek li Bakurê Sûriyê plansaz kirine lê ew ji aliyê hikumeta Herêma Kurdistan a Federal ve ev sê hefte zêdetire hatine astengkirin. Dolzer, da zanîn ku yek ji armanca wan ew e ku piştgiriya avakirina sazgehekê protezan a li Rojava ye, ya din dixwazin rewşa tenduristiya welatiyan jî hin bibin û ev tişt vegotin: “Di salên dawî de zêdetirê 2 hezar û 500 qurbanî yên di encama teqîna mayînan de çêbûne. Ji bo derbasbûna Rojava niha tenê Deriyê Sêmalka maye. Tirkiye sînorê xwe hemû ya ser Rojava girtiye. Em dikarin bêjin heta sê mehên dawî jî derbasbûn hêsan bû. Ev sê hefte zêdetire şandeyên ji 30 kesên ku ji welatên cuda cuda hatine, astengkirin. Şandeya me jî tê astengkirin. Dibêjin ku tenê şandeyên alîkarê mirovahî dikarin derbas bibin. Lê di nava şandeyên ku welatên cur bi cur yên saziyên mirovahiyê jî hene, hatine astengkirin.”

 

‘Şandeyeke Saziya Mirovayî Jî Bi Sedema Tenê Şandeyên Siyasî Dikarin Derbas Bibin Hat Astengkirin’

Dolzer, di hevpeyvîna xwe de destnîşan dike ku rayedarên hikumetê bê îzahatkirinê derbasbûna wan a ji sînor tê astengkirin û van agahiyan dide: “Balkêş e ku herî dawî şandeyekî mirovayî bi sedema ku tenê şandeyên siyasî tên derbas kirin, hate vegerandin. Sînor ji aliyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku di bin rêvebiriya malbata Barzanî de ye ve hat girtin. Bi taybet piştî ku Serokwezîr Neşîrvan Barzanî bicihkirina dîwanê ya serokomarê Tirkiyê Erdogan ziyaret kir, hate girtin.”

 

‘Elmanya Bi Miliyonan Euro Dide Rejîma Erdogan Lê...’

Martîn Dolzer, destnîşan kir ku ligel şandeya wan ev sê hefteyan zêdetire tê rawestandin jî lê wan texnîn dikir ku ew derbas bibin. Dolzer, destnîşan kir ku nûnerê saziya li ser Deriyê Sêmalka alîkariya dîplomasiyê jî  red kir û wiha got: “Di rojên dawî de nûnerekê hikumeta heremê ku asta wê jor de bû derbaskirina sînor a şandeyê qebûl kir jî, lê ji ber saziya Deriyê Sêmalka di destê PDK’ê de ye vê alîkariya dîplomasiyê ya bi hikumetê re hatî kirin jî red kir û dîsa nehişt derbas bibin. Hikumeta Barzanî û PDK ji ber sînor dide girtin ristekî dîrokî ya neyinî dilîze. Li aliyê din, hikumeta Elmanyayê jî alîkoriya mirovayiyê bi riya têkiliyên dîplomasî çênake, ew jî bi vê awayî piştgiriyê dide îzolekirina Rojava. Ji bo koçber nerevin welatên Ewropa, bi milyonan Euro dide rejîma Erdogan, lê dema mijar dibe avakirina binesaziyek mirovayî ya ji bo alîkariya tenduristiyê dikeve rojevê piştgiriyê nake.”

 

‘Em Bûn Şahidê Leşkerên Tirk Bi Guleyan 2 Sivîl Birîndar Kir’

Dolzer, diyar kir ku ew pir bi fikare ku despotiya Erdogan di hefteyên dawî de pir zêde bûye, lewra artêşa xwe ya li ser sînorê Tirkiye û Suriyê yên nêzî Rojava bicih kiriye û bê navber guleyan di ser sivîlan de direşîne. Dolzer, di hevpeyvînê de tîne ziman ku ew bûne şahidê ku leşkerên tirk li ser sînor bi guleyan 2 sivîl birîndar kir û got “Em ditirsin ku girtina sînor a derbaskirin êdî ne gengaz be. Şûna ku sînoran a ji bo sivîlan bê vekirin, berovajî tên gulebarankirin û xeteriyek mezin heye. Tê dîtin ku îhtîmale bûyerên binpêkirina mafên gelan a wekî li Efrînê biqewimin.” 

 

‘Pdk Aboriyeke Civakî Ava Nake’

Dolzer, bal kişand ser sedema girtina sînorê Bakurê Sûriyê de jî, nirxandinên girîng dike û wiha dibêje: “KDP aboriyekî civakî ava nake, li şuna wê giranî dide têkiliyên bazirganiyê ya bi Tirkiyê re.  Hişmendiyekî feodal a kûr di rêxistinê de ku di deste malbata Barzanî de ye, heye. Bi bîrdoziya xwe ji binesaziya rêvebiriya xweser li Rojava, PKK û rêxistinên çepgir zêdetir nêzî Erdogan e. Piranî ji gel bangawaziya yekbûyîna navbera komên kurd dikin. Tevgera Azad ya kurd li ser xweseriyên başî bi domandina hebûna dewletan disekine – veya hikumeta Barzanî qebûl nake. Heta ku êrîşên derveyî mafê gelan ji aliyê Tirkiyê ve li ser herêma Qendîlê û herêmên din ku PKK bi cih e, serbest dihele.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html
Parveke

TAGS(ETIKETLER): rojava  PDK  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.