Gelê Dihok û Zaxo Li Hember Bihabûna Ceyranê Ne Razîne
Haberler / 30 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 09:12
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
DUHOK – Gelên bajarên Dihok û Zaxo ya Herêma Kurdistan a Federal, ji ber buhabûna ceyranê nerazîbûn nîşan didin.

Gelên bajarên Dihok û Zaxo ya Herêma Kurdistan a Federal, ji ber buhabûna ceyranê nerazîbûn nîşan didin. 

Gelên bajarên Duhok û Zaxo ya Herêma Kurdistan a Federal ji ber bihabûna ceyranê ev çend rojan derdikevin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan didin. Li Zaxo û Dihokê duh êvarê jî kom bi kom derketibûn kolanan û xwestibûn heta ber qeymakamtiyê meş lidar bixin lê ji aliyê asayîş û pêşmergeyan ve hatibûn astengkirin.  Hat diyarkirin ku îro jî li Zaxoyê komek derketibûn kolanan û nerazîbûna xwe anîbûn ziman. Çalakvanan di nerazîbûna xwe de tînin ziman ku hikûmet ji 24 seatan tenê 8 seat vedike û hat gotin ku yên jeneratorên mahalê ceyranê belav dikin jî vê yekê firsend dibînin û ampêrekî derxistine 16 hezar 500 dînarî.

Li gorî rêbazên xwedîyên van jenetoran eger ji du yan sê mehan zêdetir pereyê ceyranê neyê dayîn, mafê xwedîyên jenetorên heye ku ceyranê qut bike. Li herêma Kurdistanê ji ber bê karî û ne dayîna butçe gelek malbat hene ku nikarin vê pereyî bidin û debara xwe bikin.

Welatîyên herêmê heya niha gelek caran hewildanên çalakîyên li dijî vê rewşê kirine lê her carê hatine bê deng kirin. Her wiha li rexmê van nerazîbunan jî ji alîyê hukumetê ve tu hewildanên çareserîyê ne hatine kirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): gel  ceyran  zaxo  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.