Hêzên Dije-Tiror Yên PDK’ê Gef Li Dezgehên Ragihandinê Kir
Haberler / 25 Temmuz 2018 Çarşamba Saat 08:11
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR - Hêzên Dije-Teror yên girêdayî PDK’ê di derbarê buyera çekdarî ya li dijî avahiya Parêzgarîya Hewlêr gef li sazî û dezgehên ragihandinê kir.

Hêzên Dije-Teror yên girêdayî PDK’ê di derbarê buyera çekdarî ya li dijî avahiya Parêzgarîya Hewlêr gef li sazî û dezgehên ragihandinê kir.

Hêzên Dije-Teror yên girêdayî PDK’ê bi daxuyanîyekê li ser malpera înternetê de di derbarê buyera çekdarî ya li dijî avahiya Parêzgarîya Hewlêr û buyerên ku ji niha û şunde bi qewimin ji bo neyên weşandin gef li sazî û dezgehên ragihandinê kir.

Hêzên Dije- Teror di daxuyanîya xwe de dezgehên ragihandinê bi ne berpirsyaretîya ewlehîya herêmê gunehbar kirin û aşkere kir: ‘’Di buyera êrişa çekdarî ya li ser parêzgeha Hewlêr de diyar bu ku dezgehên ragihandinê bi ne berpirsyarî karê xwe dikin, ewlehîya herêmê di xema wan de nîne. Ji niha û şunde di her buyerekî wek a Hewlêr de mafê tu dezgehên ragihandinê nîne ku xwe nêzî cihê buyerê bikin û bi tu awayî di derbarê buyerê de weşan bike û agahî parve bike. Li beramberî vê her ragihandina ku vê qanunê derbaz bike wê ji alîyê hêzên Dije-Teror ve bi awayekî tund bi rêya yasayê were cezakirin.’’

Di 23’ê tîrmehê de hat diyarkirin ku ji aliyê 3 kesan ve êrîşekî çekdarî li ser Parêzgeha Hewlerê pêk hatibû, piştî 5 seat pêvçûnê de 3 êrîşkar û karmendekî parêzgehê jiyana xwe ji dest dan û 4 polîs jî birîndar bibûn.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): PDK  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.