Gelo Têkiliya Cemeata Gulen û AKP Di Ser OSO De Nû Bûye?
Haberler / 30 Haziran 2018 Cumartesi Saat 09:55
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çeteyên girêdayî OSO ku ji destpêka Efrînê ve ji aliyê Erdogan ve li dijî bi taybet Kurdan û tevahiya gelên Bakurê Sûriyê dida bikaranîn, niha jî derket holê ku Cemeata Gulen di ser yek ji berpirsiyarê OSO Ebû Elî Sico de di bin navê ji bo avakirina dibistanên Tirkî ya di kampên penaberan de milyonek û nîv dolar daye, lê bi vê pereyê çek hatine standin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên girêdayî OSO ku ji destpêka Efrînê ve ji aliyê Erdogan ve li dijî bi taybet Kurdan û tevahiya gelên Bakurê Sûriyê dida bikaranîn, niha jî derket holê ku Cemeata Gulen di ser yek ji berpirsiyarê OSO Ebû Elî Sico de di bin navê ji bo avakirina dibistanên Tirkî ya di kampên penaberan de milyonek û nîv dolar daye, lê bi vê pereyê çek hatine standin. Li ser vê yekê pirsa “Gelo tekiliya Gulen û AKP di ser OSO de nû bûye?” tê pirsîn.

Di serî de Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayîp Erdogan, hemû kadroyên AKP’ê ku wek şagirtên Fethûllah Gulen ê niha li Amerîkayê ye, piştî demekî hevkariya wan xira bû û piştre jî desthiladariya AKP’ê bi hinceta “Dewleta paralel ava kiriye” operasyona FETO da destpêkirin. Ev operasyon ku hêj jî berdewam dike, ev demek e ji bo îadekirina Fethullah Gulen a Tirkiyê re û ji bo bê darizandin ji rojevê derketiye.

 

Jİ BO DİBİSTANAN MİLYONEK Û NÎV DOLAR HATİYE DAYÎN LÊ...

Li gor çavkaniyeke jê bawer, piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê TSK û komên çete yên girêdayên wê demeke ji aliyê Cemeata Gulen di bin navê ji bo li Cerablûs, Ezaz û kampên penaberan ên hûndirê sînorê Tirkiyê de dibistanên Tirkî bên vekirin, milyonek û nîv dolar (1.500.000$) daye OSO. Hat diyarkirin ku yê pere ji aliyê fermandarê giştî ya El-Cebhet El-Şamiye û di heman demî de di rêveberiya giştî ya OSO de jî cih digire Ebû Elî Sico ve hatiye girtin. Hat destnîşankirin ku ev pere di bin navê avakirina dibistanan de ji bo standina çekan hatiye dayîn, ji bo vê jî vê pereyî hemû ji bo kirîna çekan hatiye xerckirin.

 

HİN PEREYÊN DİN JÎ Dİ RÊ DE NE

Hat diyarkirin ku ev pere bi erêkirina dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ji aliyê MÎT’ê ve radestê Ebû Elî Sico hatiye kirin. Li gor agahiyan ev pere hefteyek navbêr 4 caran hatiye û tê gotin ku jibilî milyonek û nîv dolar, wê hin pereyên din jî bên şandin.

Ev pereyên ku di bin berpirsiyartiya kesê yekemîn a Maseya Rojava ya MÎT’ê ku wek Ebû El-Furqan tê nasîn ve tê organîzekirin, pirsa “Gelo têkiliya AKP û Cemeata Gulen di ser OSO de nû dibe?” tîne hişê mirov. 

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): cete  erdogan  gulen  OSO  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.