Bi Zimanê Xwe Axaftin Xweştir Tiştek Heye?
Kadın / 11 Aralık 2017 Pazartesi Saat 18:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dema ku zarokên kurdan bi zimanê dayîkê daxivin weke ku miriyek ji qebrê rabe hemû kes kêfxweş û dilxweş dibe

Bi taybet dayîk û bavên zarokan. Weke em hemû jî dizanin çand, ziman û zarokên kurdan bi hev re hatin kûştin û tinekirin. Di wateya xwe de qedexeya zimanê gelekê di heman demê de qexeya zarok û pêşeroja wan e jî. Ziman û zarok du rastiyên ku girêdayî hev in û bi hev re mezin, bedew, zindî, parastî û wêrek dibin. Zimanekî ku zarokên wî nebin ku pê baxivin ma gelo kî û çi  wê çi ji wî  zimanî bike. Wê demê ew ziman û çand wek miryekî ku ketiye qebrê û kî were dê bêrek din axê bavêje ser. Bi mezinbûna zarokên Kurdan re divê ziman û çanda wan jî were mezinkirin û parastin. Bi delaliya ku dayîk û bav didin mezinbûna zarokên xwe divê heman xîret û heskirinê bidin avakirina warê dibistan û perwerdê jî. Ji ber ku ger dayîk vê yekê neke zehmete ku kes û saziyek din bikare cihê erk û misyona wan bigire. Ji ber ku ti kes û sazî biqasî dayîk û bav nêzîkî zarok û çanda xwe nîne. Divê di her warî de jin û dayîk pêşengtiya perwerde û zimanê xwe bikin. Ji ber ku ev yek jî têkoşînek pîroz û di cih de ye. Ger dayîk û jin vê nirxa pîroz û dest jê nayê berdan neparêze û bi lazimiyên wê ve qadên perwerdê neyên avakirin wê gelek rastiyên me li ber çerxa bişaftnê ve biçin û vegera wê jî dibe ku dereng be. Ji bo wê jî divê dayîkên me hemû bi qasî ku rojane giringiyê didin nan û avê, divê wisa girîngî ji perwerdeya bi zimanê dayîkê jî were dayîn.  Ger rojane her dayîk û jinek vê yekê neke divê bizane ku nûxsanbûn û qusûrek mezin li himber ked û nirxa xwe dike. Ji bo ku em zelal û baş riya parstina çand, ziman û zarokên xwe bikin divê misoger em pergala perwerdeya netewa demokratîk sedî sed têxin meryetê. Divê em ti caran nebin ji wan kes û malbatan ku yên girîngî û xemê bi perwerdeya zarokên xwe nekin.

 Her zarokekî Kurd ku bi çand û zimanê xwe mezin nebe, divê hemû kes bizane ku bêmafiyek mezin li wî/ê zarokê hatiye kirin.  Ango ew zarok ji dûrî hemû heq û mafê xwe yê mirovbûnê hatiye mezin kirin. Ew zarok biyaniyê erd, çand û erdnîgariya xwe ye. Ji ber ku ev biyanîbûn wê bihêle nizanibe  ew zarok tovê kîjan gul û Beybûnê ye.

 Carna hê em xweşik nizanin bi zimanê xwe li gel dayîk, bav, heval û dostên xwe baxivîn em dikevin bin bandora gotinên der û dora xwe û wek em nijadperstiyê dikin hemû kes êrşî me dike. Em hê xweşik nizanin gotar û helbestekî bi zimanê Kurdî  bixwînin,  em hema dikevin bin bandarek wiha ku ger em behsa ziman û çanda Kurdî bikin em nijadperest û xwe perestin. Ger tu li ser  felsefe û bîrdoziya netewa demokratîk bi çand û zimanan re peywendîdar bî wê ti caran sî û tirsa nijadperstiyê nekve li ser hizir û ramanên te yên perwerdê.  Bi gotina dijmin ku her tim ji Kurdan re dibêje; “nijadperst û cudaxwaz” em jî ji wê gotina dijmin bawer dikin ku bi rastî em nijadperest û cudaxwaz in. Dijmin û mejiyê dewletê vê gotinê ji me re dibêje, lê ka em ji hizir û bîra mirovahiyê bi pirsin, gelo me bi destê xwe çiqas tirs û xof ji xwe re daye çêkirin ji bo em tenê  dijminê xwe razî bikin. Dijmin ji me re gotiye bi Kurdî naxive, me gotiye bi ser çavan, bi Kurdî nelîze, me gotiye bi ser çavan,  cilên Kurdî li xwe nekin, me gotiye bi ser çavan. Ji me re  gotiye navên kurdî li zarokên xwe nekin me gotiye bi ser her du  çavan. Her tim me gotina dijminê xwe ji ya heq û mafê  xwe girîngtir ditiye û me wisa kevirên nû  li ser dîwarê  jiyana xwe ya pêşerojê zêde kirine.  Ev kêmanya  bav û kalên me yên berî bi sedê salan bû. Ma gelo wê dapîr û dayîkên me destûra vê bide ev xwelîserî dubare bibe. Na! Teqez divê dapîr û dayîkên me destûra vê bêhişiyê nedin û her tim bi dengê xwe bikin qebeqeb. 

Di vê rastiyê de tişta ku mirov divê herî zêde li ser bihizire helbet hest û ramanên welatparêziyê ye. çima? Ji ber ku hebûn xwe li ser bingeha hişê welatparêzî ava dike. Digihîne nasname. Bi ziman dike. bi dîrok dike. Bi rojane dike. Her roja di ferqa hebûna xwe de jiyîn, pênaseya serkeftina li dijî dijminê faşizan ê bişaftinê ye. Lewma çawa ku dewletê ji bo avabûn û pêşveçûna xwe di serî de malbat esas girtiye û girîngî daye, divê em jî wek civaka Kurd berî her tiştî malbatên xwe ji nû ve avabikin. Di vî warî de malbata demokratîk girîng e. Malbata azadîxwaz girîng e. Malbata perwerdekirî girîng e. Malbata sazûmankirî girîng e. Herî zêde jî malbata rêxistinkirî girîng e. Ev jî bi kesayetên malbatê yên demokratîk, perwerdekirî û rêxistinkirî pêk tê.

 Bihar Deniz                                                                 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Bi  Zimane  Xwe  Axaftin  Xwestir  Tistek  Heye  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.