Karayilan: Pêvajoya em têde, ji bo doza azadiya Kurdistan û azadiya gelê Kurd fersendên dîrokî pêþkêþ dike û got ku divê mirov dijmin û dostên xwe ji hev nas bike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Kayayilan ê ji Radyoya
Dengê Welat re axivî û anî ziman ku divê mirov dost û dijminê xwe baþ binase.
Karayilan destnîþan kir ku tu rabî dijminê bav û kalên xwe wek dost bibînî û
yên ku divê hevalbendên te bin, wana jî bidî hemberî xwe û wek dijmin bibînî tu
naçî serî û wiha got: “Ev careke din îspat bû. Eger mirov dost û dijminê xwe
baþ nas neke, wê mirov biçe þaþîtiyê. Divê mirov di wê astê de baweriyê bi
dagirkeriya li ser axa Kurdistanê neyne, piþta xwe nede her kesekê. Divê mirov
piþta xwe bide xwe, bide gelê xwe, bide hêza xwe. Ev tiþtên pir girîng û sereke
ne. Bi taybetî ji bo serkeftin û encamgirtinê vana tiþtên nebin nabine.”
Karayilan bal kiþand ser êrîþên niha yên dewleta Tirk a
dagirker a li ser Efrînê jî wiha pêde çû: “ Divê gelê me yê Efrînê vêya baþ
bizane; çawa ku gelê me Kobanê bi tenê nehiþt, wê gelê em yê bi rûmet ê Efrînê
jî bi tenê nehêle. Di vê mijarê de divê gelê me yê Efrînê reht be. Divê ji
beriya her tiþtî baweriya wê bi xwe hebe, ji hêza xwe, ji þervanên YPG/YPJ’ê
bawer be.”
Dirêjiya axaftina Karayilan wiha ye:
Roja îro têkoþîna azadiya gelê Kurd di qonaxeke pir girîng û
hesas re derbas dibe. Di vê qonaxê de tiþtê li Baþûrê Kurdistanê jiyan bûyî hem
em, hem jî tevahî gelê me xemgîn kir. Ji bo me hemûyan cihê xemgîniyê ye. Bi
rastî me di wextê wê de hiþyariyên pêwîst kirin. Hem bi rêya hevdîtinan, hem jî
bi rêya çapemeniyê di vê der heqê de me gelek caran hiþyarî bi pêþ xistin.
Feqet ev hiþyariyên me negirtin dîqatê. Em dizanin gelek kesên ji derveyî me jî
bi heman þêwazî nêrîn û hiþyariyên xwe bi pêþ xistin.
Ev heqîqetek e; roja îro ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo doza
gelê Kurdistanê firsendên dîrokî hene. Divê mirov van firsendan bi kar bîne û
êdî gelê Kurd jî li ser vê axê bi þêwazekî azad û serbixwe bijî. Lê em ê vê
firsendê çawa bi kar bînin, ev mijarek girîng e. Rê û rêbazên ji bo serkeftinê
divê rê û rêbazên rast bin.
Beriya hemû tiþtî yekîtiya navxweyî mijara sereke ye. Yanî
divê mirov di nav xwe de yekîtiyê bi pêþ bixe. Yekîtiya navbera parçeyan û her
parçeyek jî di navbera xwe bi xwe de pêwîst e yekîtiyê çêbike. Gelek
siyasetmedarên Kurd vê mijarê wekî pêwîstiya hizban, partiyan digirin dest. Na.
Yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke neteweyî ye. Ji bo ku em bibin neteweyek, miletek
pêwîst e helwesteke me ya yekdest hebe. Lê me nikarîbû em vê bidin fêmkirin û
bikin rojeva esasî.
Ji bo mirov bi ser bikeve, divê beriya hemû tiþtî dost û
dijminê xwe baþ û rast destnîþan bike. Tu rabî dijminê bav û kalên xwe wek dost
bibînî û yên ku divê hevalbendên te bin, wana jî bidî hemberî xwe û wek dijmin
bibînî tu naçî serî. Ev careke din îspat bû. Eger mirov dost û dijminê xwe baþ
nas neke, wê mirov biçe þaþîtiyê. Divê mirov di wê astê de baweriyê bi
dagirkeriya li ser axa Kurdistanê neyne, piþta xwe nede her kesekê. Divê mirov
piþta xwe bide xwe, bide gelê xwe, bide hêza xwe. Ev tiþtên pir girîng û sereke
ne. Bi taybetî ji bo serkeftin û encamgirtinê vana tiþtên nebin nabine. Me dît,
di siyaseta Baþûrê Kurdistanê de di van derheqan de þaþîtî û kêmahî jiyan bûn û
encam jî wisa derket holê. Wekî min got, ji bo vê encamê mirov xemgîn dibe. Ji
van kiryarên heyî divê êdî ders bên girtin. Tiþtê pêwîst ev e. Gelê me yê
Baþûrê Kurdistanê divê bizanibe derfetên ji bo azadiya gelê Kurd îro hîn zêde
hene. Her çiqas ev bûyer qewimî jî, divê gelê me morala xwe winda neke. Rê û
rêbazên rast hene û em bawer in bi rê û rêbazên rast hem li tevahî Kurdistanê,
hem jî li Baþûrê Kurdistanê gelê me wê bigihe armanca xwe.
Divê gelê me bizanibe, rexmê ku em bi hêzeke hindik li
Kerkûkê bûn, hêza herî dawî kiþiyayî jî em bûn. Kengî hate dîtin ku êdî gel jî
dikiþe, þert û mercên mirov li wir bisekine, biparêze nemaye; wê çaxê rojekê bi
derengî hêzên me paþve kiþiyane. Li Kerkûkê jî wisa bû, li Þengalê jî heman
tiþt bû. Heta agahî jî nedane me. Mesela, li Kerkûkê destpêkê beriya wê du
rojan, li Meyafil hemû hêzên xwe paþde kiþandine, agahî nedan me, yekîneyeke me
li wir bû, ew tenê mabûn. Piþtre hêzên me pê dihesin û xwe paþde didin. Ango ev
birader agahî jî nadin!
Gelê me divê bizanibe, ger rêveberiya Hikûmeta Baþûrê
Kurdistanê helwestek bigirta, me ew bi tenê nedihiþtin. Lê biryar girtin û
paþve kiþiyan. Pêþmerge dikarî þer bike, lê biryar hebû; li gor biryarê paþve
dikiþin. Dema em van hemûyan tînin ber çavan, em naxwazin kesek bibêje, “Vaye Baþûrê
Kurdistanê di qonaxek hesas re derbas dibe û rexne zêde tên kirin, an pêþî lê
tê girtin.” Em naxwazin tiþtekî wisa çêbibe. Em dixwazin cardin bibin alîkar,
rêya rast esas bigirin û tiþtê li ser me dikeve bikin.
Beriya hemû tiþtî ev derket holê; mirov dike çi bike, divê
mirov berê amadekariya wê bike. Yanî amadekarî nebe, tu çi karî bikî tu nikarî
bi ser bikevî. Rast e, referandûm xistin rojevê. Lê ne di hundir de amadekarî
hatin kirin, ne jî li derve. Di hundir de pêwîstî bi yekdestî û biryarê heye. Li
derve jî wê kî piþtevaniya me bike, em ê çawa vê bi raya giþtî bidin
qebûlkirin? Di van der heqan de çi hesap nehatiye kirin. Ev þaþ e. Me ev di
wextê wê de jî got û encama xwe jî wisa derket. Divê mirov cardin bi þaþî nêzî
dema nû nebe.
Niha rewþek nû derketiye holê. Her kes ê derveyî xwe
tawanbar dike. Mirov ditirse ku ev tawanbarî kûr bibe, nakokiyên navxweyî hîn
zêde kûr bibin û bibe sedema parçebûn û þerekî navxweyî. Niha xeteriya herî
mezin, metirsiya herî mezin ev e. Ji bo wê em dubare bang dikin û dibêjin; rast
e, referandûm çawa ku mafê hemû gelan e, mafê gelê Kurd bû jî. Lê eþkere ye ku
nebû çare. Fêm dibe ku ne wexta xwe bû, bê amadekarî bû û bêyî ku wext rast bê
tespîtkirin, ev gav hat avêtin û ev þaþ bû. Divê cardin þaþî neyê kirin. Hîna
bi usûlê rast nêzîkbûn divê bi pêþ bikeve. Zelal bû ku tenê çare, yekîtiya
neteweyî ye. Em hêvî dikin ku taybet hêzên di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe
heyî PDK û YNK hîn zêde bi berpirsyarî nêz bibin, nakokiyên navxweyî kûr nekin.
Rexne dibe, lê dema mirov nakokiyên navxweyî zêde kûr bike, wê ev bi xwe re
tiþtên neyînî bîne.
Serok APO berê destnîþan kiribû û gotibû: “Divê konseyeke
Kurd hebe, dadgeheke neteweyî hebe û divê hêzên parastinê yên Kurd hevbeþ bin.”
Eger ev saziyên neteweyî hebûna, wê niha rûniþtan û bigotan filan tawanbar e,
filan jî mafdar e. Niha tiþtekî wisa nîn e, alî hevdû tawanbar dikin! Eþkere ye
hinek kêmahî û þaþî hene, lê di ber van kêmahiyan de kî çiqas berpirsyar e, ev
mijar mijara gotûbêjê ye. Di vê der heqê de tiþtê herî girîng ku mirov li ser
raweste, divê bi rêbazên di cih de nêzbûn bi pêþ bikeve. Em ê wekî netewe di
Baþûrê Kurdistanê de çawa xwe komî hev bikin, em ê çawa rê û rêbazên rast
bimeþînin; divê ev rojeva esasî be. Rêya vê ya sereke jî yekîtî ye, Yekîtiya
Neteweyî ye. Divê mirov vê tiþtê bi pêþ bixe.
Gelê me yê Baþûrê Kurdistanê divê xeman nexwe. Doza Azadiya
Kurdistanê îro lidar e, têkoþîna me wê bi ser bikeve. Em wek gel, wek netewe
gelê herî kevin li vê herêmê bi cih bûne û mafê me yê ku em azad, serbixwe li
ser vê axê jiyan bibin heye. Çi hêz, çi quwet nikare li pêþiya vê bibe asteng.
Lê divê em rê û rêbaz rast bimeþînin. Niha tiþtê esasî hem pirsgirêkên navbera
herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê, hem jî pirsgirêkên di navbera hêzan a
navxweyî de divê bi diyalogê bên çareserkirin; ne bi tundî û tûjî. Divê bi
diyalog, bi guftûgo pirsgirêkên wisa bên çareserkirin. Niha tiþtê ku mirov herî
zêde esas bigire ev e û em bi hêvî ne di vê serdema dîrokî de gelê Kurd wê
mutleqa bigihe armanca xwe. Li ser vê bingehê divê kûrbûn çêbibe û têkoþîna
doza azadiyê hîn zêde bilind bibe.
‘ÊRÎÞÊN LI SER
BAÞÛRÊ KURDISTANÊ, DEWLETA TIRK BIRÊXISTIN KIR’
Rola dewleta Tirkiyê jixwe rola esas e. Van kiryaran dewleta
Tirkiyê dike. Rast e, belkî niha yê ku dixe meriyetê wekî dewleta Iraqê, hêza
Iraqê ne, lê divê em vê ji bîr nekin, di herêmê de dewleta ku ji bo doza Kurd
herî nerm nêz dibe Iraq e. Dewleta Tirk þoven, nîjadperest û dijmin e. Ger
dewleta Tirkiyê ewqas helwest bi pêþ nexista, neçûya gel Îranê û Iraqê, tev
wisa îtifaq pêþ nexistana, ez bawer nakim dewleta Iraqê wisa nêz bibûya. Yanî
yê niha di van kiryaran de xwedan rol bi esasî dewleta Tirkiyê ye. Li ser vê
erda cîhanê dijminê gelê Kurd ê herî mezin, dewleta Tirkiyê û Erdogan e. Jixwe
ger artêþa Iraqê neketa dewrê, wê artêþa Tirkiyê têketa dewrê. Dixuye ku guman
e Tirkiyê gotibe, “ger hûn naxwazin qeyran mezin bibe, di navbera me de rewþeke
þer çêbibe, divê hûn vê meseleyê çareser bikin û pêk bînin.” Jixwe her pêngavê
dibêje, “em li piþt in”, heta dibêje, “Iraq hindik dike.” Yanî Iraq jî di bin
zextekê de ye. Xuya ye peyman çêkirine.
Pêwîst e em dijminê xwe baþ nas bikin. Hinek kesên Kurd li
Bakurê Kurdistanê hene îxanetkar in, xwe firotine; ji bo di desthilatê de cih
bigirin, ji bo berjewendiyên xwe yên þexsî xwe firotine desthilata Tirk û belav
dikin, dibêjin, “Erdogan dostê Kurd e.” Ne wisa ye. Erdogan dijminekî ku rêbazê
xwe, uslûbê xwe guhertiye. Heqîqet wisa ye. Me berê jî got, Erdogan Sedamê demê
ye, heta ji Sedam jî hîn dijwartir e. Ev beriya vê du salan me gotiye. Her roja
derbas dibe, ev gotina me dîrok îspat dike. Yanî îtifaqa Erdogan û Bahçelî ne
tenê li ser esasê ku li dijî PKK’ê þer bike û PKK’ê li Bakurê Kurdistanê
tesfiye bike. Îtifaqa wan ev e; li dijî hemû destkeftiyên Kurd li hemû beþên
Kurdistanê têkoþîn bikin. Di hinek waran de bi leþkerî, di hinek waran de bi
dîplomasî, siyasî û aborî bi her þêwazî konsepteke nû bi pêþ xistine û armanca
vê konseptê destkeftiyên gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, li Baþûrê
Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê tesfiye bikin. Ev heqîqetek e. Mirov ku vê
nebîne, wê çaxê bi siyasî kor e. Her yekî siyasî ne kor, pêwîst e êdî vê
heqîqetê bibîne.
Ez bawer im îro di vê der heqê de heqîqet hîn zêde eþkere
bûye. Me ev yek berê jî dizanîbû, lê niha yên ku vê nedîtibûn an jî nizanibûn,
bi þêwazekî ku êdî ew jî bibînin her tiþt zelal bûye. Di van bûyeran de rola
dewleta Tirkiyê, rola Erdogan roleke sereke ye. Jixwe ew naveþêrin jî. Niha
mirov li beþek ji çapemeniya Baþûr dinêre, tim dixwazin vê zimandirêjiya Tirkan
û heqaretên Tirkan di þexsê rêveberiya Baþûr de dikin û wê êrîþkariya wan nerm
bikin. Ev þaþ e. Dijmin dijmin e, tu çiqas nebînî jî, ew dijminatiya xwe
berdewam dike. Mesela, tetbîqat li Silopya heye. Heya kengî wê dom bike?
Dibêjin, “Heya Deriyê Xabûr, an jî bi navê din Deriyê Îbrahîm Xelîl bikeve destê
Iraqê, ev tetbîqata leþkerî wê berdewam bibe.” Va ye niha gotûbêje ku peyman
çêbûye. Belkî ji îro û þûn ve tetbîqata leþkerî rawestînin. Tetbîqata li ser
sînorekê ji bo çi tê kirin? Ji bo ço li ser wê dewletê yan jî li ser wî miletî
bihejînin, tê kirin. Yanî gef in. Dewleta Tirkiyê heya niha Kurdistan înkar
kiriye, siyaseta qirkirinê lê meþandiye, her tim sîstemeke faþîzmê li
Kurdistanê bi pêþ xistiye û niha jî dixwaze heman siyaseta xwe dom bike. Hinek
kes hîn jî wisa dibînin: Kurdistana me Kurdistana Rojhilat e, ya Baþûr e, ya
Bakur e. Ango Kurdistanê parçe dikin. Lê dijmin parçe nake. Li gel dewleta Tirk
Kurdistan yek e, Kurd hemû yek in, çi Kurdê Bakur, çi Kurdê Baþûr lazim e maf
negire. Di siyaseta xwe de yek digirin dest. Lê ev bûyera herî dawî çêbû eþkere
kir ku, hêzên vê siyaseta yek parçeyî dimeþînin, nikarin bi ser bikevin. Ev
cardin îspat bû. Bi rêbazê yek parçeyî na, divê tu bi neteweyî nêz bibî û wisa
li yek parçeyê têkoþîn bikî. Rast e, divê tu li yek parçeyê, li gorî þert û
mercên wê parçeyê têkoþîn bikî. Lê divê tu her sê parçeyên din jî bidî ber
çavan, siyaseta te li gorî wê be. Yanî divê siyaseteke neteweyî hebe, tê wisa
bikaribî li wê beþê bi ser bikevî. Jixwe dewleta Tirk jî bi vî rengî nêz dibe.
Erdogan û Bahçelî ango rejîma AKP’ê, ji ber vê sedemê niha
li ser Rojavayê Kurdistanê ewqas êrîþkariyê bi pêþ dixin, li ser Baþûrê
Kurdistanê ewqasa êrîþkarî û zimandirêjiyê dikin, li Bakurê Kurdistan cardin li
ser Rêber APO û li ser gelê me zilmeke ku di cîhanê de hempayê wê nîn e, bi pêþ
dixin. Yanî êdî divê her kesek vê rastiyê bibîne. Eger Cizîr, Nisêbîn, Sûr,
Gever û Þirnex wisa bi erdê re kir yek, divê siyaseta Baþûrê Kurdistanê jî ji
vê ders derxista û wisa helwesta xwe bi pêþ bixista, tedbîrên xwe bigirta,
siyaseta xwe birêve bibira.
Ez bawer im ev bûyera niha çêbûyî rast e, ji bo me tê de
windahî hene, lê tê de dersên mezin jî hene. Ger em ji van dersan encam bigirin
û siyaseteke demokratîk a yekbûyî, neteweyî bi pêþ bixin em ê bi ser bikevin.
‘SERKEFTINA REQA,
ENCAMA YEKÎTIYA GELÊN KURD, EREB Û SÛRYANIYANE’
Beriya hemû tiþtî ji bo Zafera Reqayê me berê gelê me û
þervanên Destana Qehremaniyê ava kirîn, pîroz kirin. Em cardin dubare wan
þervanên qehreman û tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê silav dikin. Niha 1’ê
Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Ez vê roja 1’ê Mijdarê ya Berxwedana Kobanê
ya Cîhanê li tevahî gelê Kobanê, li tevahî gelê Rojava û Kurdistanê pîroz
dikim. Di þexsê fermandarê mezin, fedaî rêheval Gelhat û fedaî rêheval Arîn
Mîrkan de tevahî þehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînim, soza me dayî wana bi
vê wesîleyê careke din dubare dikim.
Berxwedana Kobanê di dîroka gelê Kurdistanê de peleke zêrîn
e, destaneke qehremaniyê ye. Berxwedana ku doza gelê Kurd, têkoþîna azadiya
Kurdistanê, têkoþîna jina azad a Kurd bi hemû cîhanê dayî nasandin e. Roja 1’ê
Mijdarê li ser vî esasî wateyeke xwe heye. Cîhan hemû li berxwedana Kobanê
xwedî derket. Divê em vê ji bîr nekin ku, ev berxwedana pîroz bi meþa fedaiyên
qehreman ên ji çiyayên Botanê, ji çiyayê Amedê bi rê ketîn û berxwedanek dîrokî
bi pêþ xistîn hatiye afirandin. Ev berxwedan û ev roj bi rastî bi meþa wan
qehremanan, bi meþa wan fedaiyan hatiye avakirin.
Wekî tê zanîn, di berxwedana Kobanê de bi taybetî ji 4’ê
Cotmehê heya 1’ê Mijdarê pêvajoyeke pir dijwar û dîrokî heye. Bi hêza xwe ya
cewherî, bi qilêþ û bombayê berxwedana hatî meþandin, bala hemû hêzên cîhanî
kiþand û piþtî ew berxwedan êdî ji parastinê ket êrîþê, hingê hêzên cîhanî jî
dîtin ku va ye cewhereke dikare li hemberî DAÎÞ’ê li ber xwe bide û bi ser
bikeve dixuye; li kolanên Kobanê bi hejmarek însanên hindik, bi sed kesan wisa
tenê bi çekên sivik êrîþên DAÎÞ’ê þikandin û ketin êrîþa dijber. Piþtî ku ev
dîtin þûn de biryara piþtevaniya hewayî girtin. Yanî wan egîdan, wan þehîdên
hêja yên qehreman bi rijandina xwîna xwe, bi cesareta xwe ya mezin ji bo tevahî
cîhanê bûn bang, bûn qêrîn û wisa cîhanê wan dît. Tê zanîn ku teknolojî bi pêþ
ketiye. Ji hewayî ve bi balafirên keþfê hemû diþopandin, her kesî temaþe dikir.
Yanî wekî fîlmekê ku tu dinêrî, lîsk diçe diçe, yên serkêþiya fîlmê dikin ango
yên mafdar lewaz dibin, dikin êdî bikevin; lê cardin hêz tê, wisa xwe kom dike
û radibe, hemle dike û bi ser dikeve; her kesê temaþevan jî pê kêfxweþ dibe.
Kobanê jî bi heman awayî bû. Fîlma Berxwedana Kobanê li pêþ çavên cîhanê wisa
bi rê ket û bi vî awayî ew piþtevaniya hêzên koalîsyonê kete rojevê. Yanî wan
egîdan hemû tiþt bi xwîna xwe kirin.
Ji bo wê bi rastî hem gelê Kobanê, hem gelê Rojavayê
Kurdistanê û em tevahî Kurd li hemberî wan þehîdên qehreman deyndar in. Bi
taybetî fermandar rêheval Gelhat ku 4’ê Cotmehê gihîþt hawara Kobanê û mîhwera
þerê di Kobanê de di pêþengtiya xwe de guhert, þer ji parastinê xist êrîþê û
29’ê Cotmehê jî di êrîþeke qehremanî de gihîþt þehadetê. Bi rastî fermandarên
vî gelî yên wisa qehreman û hêja bingehê roja 1’ê Mijdarê danîn, bingeha Zafera
Kobanê ava kirin û zafer kirin heqîqet.
Di vê der heqê de heya niha pir tiþt hatine gotin. Ez jî
wekî kesekî ku Berxwedana Kobanê ji nêz ve þopandî dikarim tiþtina bibêjim. Lê
ez di wê baweriyê de me, em niha çiqas tiþtan bibêjin jî wê kêm be, em nikarin
heqê wê tam bidin. Ev wek mijarek hîn mezin e, heqîqetek hîn mezin e. Ez bawer
im ji bo mirov vê heqîqetê veke û bide naskirin, hinek din jî pêwîstî bi wext
heye.
Me got, Zafera Reqayê pêngavek hêja bû. Zafera Reqayê wekî
tolhildana Kobanê û Þengalê ye. Rast e, serkeftina Reqayê gelek wateyên xwe yên
wekî derî li yekîtiya gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryan vekir, derî li þoreþa
Rojhilata Navîn vekir, hene. Lê bi esasî pêngaveke tolrakirinê bû jî.
Em dizanin, ev êrîþa li ser Kobanê bi esasî plana DAÎÞ û
AKP’ê bû. Kobanê bi ser ket û serkeftina Kobanê bû destpêka tunekirina DAÎÞ’ê.
Lê AKP û dewleta Tirk xwe veþartin, ew di piþt perdê de bûn. Niha li Efrînê êdî
perde rakir, derket holê. Niha gotûbêj heye ku, dewleta Tirk ango AKP vê carê
jî destdirêjiyê li ser Efrînê bike. Dibêjin ya, “pêhlewanek hebû, her dikeve ji
ketinê têr nabe”, yê dewleta Tirk jî wisa ye. Ew li Kobanê ketin; ew wê li ser
xwe nagirin. Cardin dixwazin li Efrînê jî destdirêjiyê bikin. Jixwe vê jî
eþkere dibêjin.
Ez dikarim vê jî bibêjim, divê gelê me yê Efrînê vê
bizanibe; çawa me gelê Kobanê bi tenê nehiþt, em gelê xwe yê Efrînê yê hêja jî
bi tenê nahêlin. Di vê derheqê de gelê me yê Efrînê divê piþtrast be. Lê divê
berî hemû tiþtî bi xwe bawer bike, bi hêza xwe bawer bike, bi leþkerên xwe yên
YPG-YPJ’ê bawer bike. Yanî piþta xwe nede kesî, bi xwe bawer bike, bi þervanên
xwe bawer bike. Wisa lingê xwe di axa xwe de baþ bi cih bike, kûr bike. Eger
wisa nêz bibe û piþtevaniya ji vê re heyî, wê berxwedana Efrînê bi ser bixe.
Çawa ku zafera Kobanê bû destpêka tunekirina DAÎÞ’ê, vê carê zafera Efrînê wê
bibe destpêka tunekirina rejîma AKP’ê. Ev tiþtekî misoger e. Ji bo wê jî
berxwedana li çiyayê Efrînê bi pêþ bikeve, tenê ne ji bo çiyayê Efrînê, ji bo
tevahî Kurdistanê wê rolek xwe hebe. Heta ne tenê ji bo tevahî Kurdistanê, ji
bo Sûriyê giþtî, ji bo Tirkiyê, ji bo Rojhilata Navîn wê roleke xwe ya girîng
hebe. Ji ber ev pêla ku di aliyê Erdogan û Dewlet Bahçelî de tê pêþxistin, ev
êrîþkariya faþîst ji bo gelê Tirkiyê jî, ji bo gelê Ereb jî û ji bo tevahî gelê
Kurd jî xeteriyek mezin e. Eger ew li Efrînê destdirêjiyê bikin, wê ew þaþîtî
bikin û ew þaþîtî wê bibe dawiya wan û bibe serkeftina gelan. Yanî berxwedana
Efrînê wateyeke xwe ya wisa heye; wê tenê nebe berxwedana Efrînê, wê bibe
berxwedana tevahî gelê Kurd, wê bibe berxwedana gelan a li hemberî faþîzma
AKP’ê. Ji bo wê divê her Kurdek û her kesekî/e demokrasîxwaz jî di vê çarçoveyê
de nêzî têkoþîna gelê Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî berxwedana Efrînê bibe.
Ez bawer im di vê xisûsê de gelê me wê qet zêde zehmetiyê
nekiþîne, têkoþînê di nav xwe de xurt bike. Wekî me got, ger bi xwe bawer bike,
wê serkeftin ji sedî sed a me be.”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html