Çima İdlib... !
Makaleler / 15 Ekim 2017 Pazar Saat 05:04
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di 7 saliyên şoreşa Sûrî de, bajarê İdlibê yek ji wan bajarên mezin e ku ketiye destê Artêşa Azad

Lê mixabin, Artêşa Azad nekarî ev bajar îdare bikra, ji ber vê yekê jî bajarê İdlilb ji 2014'an ve ji aliyê Cebhet El Nusra ve tê îdare kirin. Her çendî şer û pevçûn di navbera komên Artêşa Azad bi xwe bi xwe û di navbera Artêşa Azad û El Nusra ve derketibe jî, lê di esasê xwe de, şerên li ser desthilatdariya bajêr bû, ne şerê li dijî rêjîma Sûrî bû. Her wiha, di van şer û pevçûnên dawiya sala 2013'an de, bajarê İdlibê bû şahîdê şerekî di navbera koma bi navê dewleta İslamî ya İraq û Şam ku îro em jêra dibêjin DAİŞ, bi serokatiya El Baxdadî û Cebhet El Nusra, bi serokatiya El Colanî.  Wê demê DAİŞ beşekî mezin ji bajêr û gundewarê İdlib kontrol kir û El Nusra mecbûrî tewîzan kir ku hin endamên El Qayidê di nava xwe de bihewîne.  Mirov dikare bêje, şerê El Nusra û DAİŞ yê İdlibê destpêka bidawîanîna Artêşa Azad bû li İdlib û xaleke veguhestinê bû ji şoreşa gelan ber bi şoreşa berjwendiyên hêzên navnetewî. Ango İdilib kete navbera agirê rêjîma Sûrî, Rusya, DAİŞ, El Nusra û hêzên hevpeyman. Vê yekê bes nekir - ev nêzî  6 meh in ku Tirkiyê jî tiliya xwe xistiya nava gerava İdilibê û dixwaze di ava herêmê de masiyan bigre

Di dîroka Sûrî de, her gava gelê İdlib xwe li kêla Rêjîma Baas dîtiye û rêjîma El Esad li bajarê İdibê weke zarokê delalî yê malê temaşe kiriye. Ji ber vê yekê piştî Elewiya rayedarên peya bilind û cihê erkên hesas hemû Îdlibî bû. Sedema vê yekê jî rêjîmê baş hesab dikin ku ji ber erdnîgariya İdlibê, İdlib her gav weke bombeyek eyar kiriye kengî biteqe. Aliyekî bajêr bi Tirkiyê û Liwaiskenderon e û aliyê din berdewamiya herêma Elewiyan e. Û aliyê bajarê Hema û Heleb bajarê ku herî zêde serê rêjîmê di salên heştiyan de êşandiye. Mînaka komkujiya bajarokê Cisir El Şixûr yek ji vê mînakê bû.

Rus ji bo parastina xwe li Sûrî bi giştî û taybet li Himêmîm û berava Sûrî misoger bike, divê cografiya xwe fireh bike û garantiya ku hêzên tunrew (radîkal) li vê herêm nemînin pêk bîne. Ji ber vê yekê Rusiya ji rêjîmê û Emerîka zêdetir dixwaze İdlibê bigre. Ji bo Rusiya meseleya man û nemanê ye. Di vê çarçoveyê de dema mirov li mudaxeleya Tirkiyê ya İdlib temaşe dike. Tirkiyê li ser hesabê Rusya dixwaze İdlibê bigire. Lê divê Rus baş bizanibin ji bilî Tirkiyê jî arternatif ji bo İdlib heye? Mayendeya berjewendiyên Rus bi gelê sûrî û di federalîzma demokratîk a Sûrî de ye. Ne di peymanê sexte bi Tirkiyê re ye. Ji bo Tirkiyê, İdlib wereqa kar û zerarê ye, di mantixê Tirkiyê de İdlib wiha ye:  "Çûkê bi destan, çêtir e ji dehên li ser dan". Bi vê siyasetê Tirkiyê hebûna xwe li Sûrî meşru dike. Ji ber ev pêvajoya şerê li dijî teror hîna Tirkiyê aktîf beşdarî şer nebûye, li ser şerê li dijî El Nsura û girtina İdlibê meşru ye ta xwe bide avakirin. Her wiha berke berdewamiya Liwaİskenderonê, mandina Tirkiyê rihetir e ji hebûna wê ya herêmên Carablus, Ezaz û Babê. Ji bo vê yekê Tirkiyê zû dev ji İdlibê bernade.

Li aliyekî din avantajekî din yê Tirkiyê di girtina İdlibê de heye. Ew jî dorpêçkirina herêma Efrînê ye û qutkirina riya Kurdan a gihaştina deryayê ye. Helbete bi qasî İdlib ji Tirkiyê re girîne li Efrînê jî bi va girîngiyê temaşe dike. Lê rewşa İdlib û Efrînê naşibihin hevdu.

Wer diyar dibe ku bi qasî Tirkiyê girîngî daye İdlibê,  ne gelê İdlib û ne jî şer û mercên derketine holê wê bihêle Tirkiyê rihet li vê herêm bijî. Rewşa Tirkiyê îro dişibihe ketina Emerîka ya İraqê sala 2003'an. Emerîka bi rehetî kete îraq û dawî li rêjîma Saddam anî, lê piştî ketinê çalakiyê El Qayîde li hemberî Emerîka kirin, felaketa leşkerê Emerîka anî, ji bo vê yekê dibe ku di 08.10.2017'an de Tirkiyê bi rihetî kete İdlibê, lê wê bi rihetî jiyan neke. Ji ber Desteya Tehrî El Şam, hema şerkerê El kayîdê ne ku şerê Emerîka li İraqê kiribûn.

Di rewşeke wiha de, dîsan İdlib ji İdlibiyan re dimîne û Tirkiyê jî weke tejiyê dûv qetandî, li xwe vegere.     

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Cima  Idlib    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.