Karayilan: Têkiliya Kurdan bi êrîşê re nîne
Haberler / 03 Ocak 2017 Salı Saat 07:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Karayilan: Evana zalim in. Ew ji bo berjewendiyên xwe, ji bo deshilata xwe, xwîna xelkê diherikînin. Serê salê li bajarê herê mezin ê Tirkiyeyê Stenbolê bi êrîşeke li dijî prîozbahiya sersalê dest pê kir. Çekdarekî bi ser mekanê şahiyê yê navdar ê Stenbolê Reinayê êrîş li dar xist û di êrîşê de herê kêm 39 kes hatin kuştin, 4 jî bi giranî 69 kes jî birîndar bûn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayılan jî êrîşa nîvê şevê ya u piştî ku salqulibî pêk hat, şermezar kir û êrîş wekî dezgeheke desthilatdariya dewleta Tirk nirxand.

Li klûba şahiyê ya bi navê Reina ya li navçeya Stenbolê Ortakoyê, doh berê sibehê li dijî kesên sersal pîroz dikirin, êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da û 69 kes jî birîndar bûn. Êrîşkar di serî de polîsê li ber derî gulebaran kir û piştre li ser kesên di salonê de gule reşandin. Hat zanîn ku êrîşkar bi erebî qêriyaye û piştre gule barandine.

Karayilan: Têkiliya Kurdan bi êrîşê re nîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayılan, êrîşa li Beşîktaş a Stenbolê şermezar kir û got ti têkiliya hêzên Kurd û Kurdistanî bi êrîşê re nîne. Karayilan êrîş wekî dek û dolabeke desthilatdariya dewleta Tirk bi nav kir.

Karayılan ji Radyoyay Dengê Kurdistanê re axifî, êrîş şermezar kir, ji malbatên kesûkarên xwe ji destdayî re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.

Murat Karayilan di daxuyaniya xwe de got: "Çi têkiliya me û hêzên yên Kurd û Kurdistanî bi vê bûyerê re nîne. Doza me, dozeke mafdar e. Em dixwazin gelê Tirkiyê û gelê cîhanê jî qezenc bikin. Îro em li dijî pêla faşîzmê radiwestin. Têkoşîna me bi navê gelê Kurdistanê ye, bi navê gelê Tirkiyê û bi navê kedkarê Tirkiyeyê ye. Bi navê xelkên ku Tirkiyê tên pelixandin e. Heta têkoşînê me ya îro ji bo ku li Rojhilata Navîn şoreş bi pêş bikeve, bi navê şoreşa Rojhilata Navîn tê meşandin. Wisa çarçoveyeke xwe ya fireh heye.”

Êrîşeke ji bo ku Tirkiye tenê nemîne

Mûrat Karayilan, têkildarî êrîşê bal kişand ser tengavbûna Tirkiyeyê û got, "Tirkiye li cîhanê bi tena xwe ma. Ji bo ku doza Azadiya Gelê Kurd bipelixîne, ji bo ku pêşî li Şoreşa Rojava bigire, DAIŞ´ê piştgirî da, El Nûsra piştgirî da ango her kesî piştgirî da dagirkeriya Tirkiyeyê. Xwe xist meseleya Sûriyê, ango kete nav gelek tiştan, ji bona wê hevalbendên wê yên NATO´yê jî jê dûr sekinîn. Neçar ma, xwe avêt bin çengên Rûsyayê. Ji wê jî nikare çi encamê bigire û ew jî vê yekê baş dizane. Ji bona wê Tirkiye ji bo ku ji vê tenêbûna xwe xilas bibe, ji bo ku karibe bibêje, ‘va ye DAIŞ li me dixe, êrîşî min dike’ ji bo têgihiştineke wisa bide çêkirin, tertîbeke wisa hatiye kirin. Evana zalim in. Ew ji bo berjewendiyên xwe, ji bo deshilata xwe, xwîna xelkê diherikînin."

Ji bin serê Erdogan û AKP´ê derketin

Karayilan îşaret bi wê yekê kir ku dema Erdogan û AKP bixwazin li Tirkiyeyê yek gule wê neyê teqandin û wiha dewam kir: "Eger hewldanên Rêber Apo nehatana pûçkirin, mutabaqata Dolmabahçeyê red nekirina, li Tirkiyeyê wê tiştekî wisa pêk nehatiba. Ne hewce bû piştgiriyê bide DAIŞ'ê û piştre jî ew û DAIŞ bikevin nav hev. Ev hemû ji bin serê Erdogan û AKP´ê derketin. DAIŞ heta niha li dijî dewleta Tirkiyeyê şer nekiriye. Tenê ev 15 roj in li derdorê Babê, DAIŞ şer dike. Çima? Xûya ye lihevhatinê wan heya Exterîna nêzî Babê ye. Ji wir şûn ve DAIŞ li dijî wan helwest danî. Ne wisa be Cerablûs bi aşitî girt, Dabiq û ew herêm hemû bi şerekî ji rêzê, DAIŞ'ê teslîmî wan kir. Lê ev çalakî jî bi gûmaneke mezin e; ji ber ku DAIŞ'ê heta niha li Tirkiyeyê çalakî kirine rast e. Lê çalakiyên ku li Tirkiyeyê kirine li dijî me, welatparêzên Kurd û yek jî li dijî xelkê biyanî kiriye."

Karayilan herî dawî wiha êrîş wekî planekê bi nav kir û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Ev ji bo werin bangîna Tirkiyê, wekî Erdogan-AKP ji bo ku ji vê tenêbûnê xilas bibe, hatiye amadekirin. Ev tişteke eşkere ye."

Li gorî wezîrê Tirk pirraniya kuştiyan biyanî ne

Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylu li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamevanan bersivandin û diyar kir ku nasnameya 21 kesan diyar bûye ya 18 kesan hêj ne diyar e. Li gorî Soylu 16 ne welatiyê Tirkiyeyê ne û nasnameya 5 kes jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Soylu paşê jî da zanîn ku êrîş ji aliyê yek kesî ve hatiye lidarxistin.

Paşê jî hat zanîn ku hejmara biyaniyên ji welatên mîna Iraq (4), Îsraîl (1), Erebîstana Siûdî (7), Belçîka (1), Hindistan (2), Kanada (1), Sûrî (1), Tunis (2), Libnan (1) û çar kesên welatê wan diyar nekirî, gihiştiye 24´an. Herî kên yek ji Iraqiyên behsa wan tê kirin Ehmed ê 22 salî yê ji Hewlêrê ye.   

Polîsan pêl kuştî û birîndar kir

Şahida bûyerê ya ku hevjînê wê birîndarbûyî Sînem Uyanik a 36 salî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şişli Hamidiye Etfalê got, “Me li wir şahî dikir. Şeva sersalê her kesî şahî dikir. Bi carekê her kes reviya. Hevserê min got netirse û xwe avêt ser min. 3 gule li hevserê min ketin. Pirr tirsnak bû. Kesekî gule direşand û 2 kesan jî yek bi yek gule davêtin. Li hundir bêhna barûdê dihat. Hevserê min di nava xwînê de mabû. Mirov di nava xwînê de bûn. Piştre ambulans û polîs hatin. Ez li polîs geriyam. Got, tev nelivin yan jî hûn jî dê bibin qurban. Em rawestiyan polîsên tevgera taybet hatin. Pê li mirovan kirin û derbas bûn. Polîs hatin û gotin ‘Destê xwe bidin ser serê xwe û xwe li erdê dirêj bikin. Em tev derxistin qatên jor."

Waliyê Stenbolê Vasip Şahin jî da zanîn ku ji kesên hatî kuştin yek polîs e.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Karayilan  Tekiliya  Kurdan  bi  erise  re  nine  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.