FENÊN ÎTTÎHAT TERAKKÎ Û AKP’Ê
Makaleler / 13 Mayıs 2016 Cuma Saat 11:40
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî ku çarê Rus Nîkolayê I. di sala 1853’an de navê “zilamê nexweş” li dewleta Osmanî kir û şûnde pêvajoya têkçûna dewleta Osmanî destpê dike û bi lez dibe. Her çiqas hin derûdorên di nav dewleta Osmanî de bi tesîra Îngilîstan û Fransa hem di warê rêveberî hem di warê aborî û leşkerî de bixwazin vê pêvajoyê biguherin jî nikarin pêşiya seyra dîrokê ya ku xwe nû dike biguherin û di dawiyê de ew “zilamê nexweş” têk diçe û dimire

Piştî ku çarê Rus Nîkolayê I. di sala 1853’an de navê “zilamê nexweş” li dewleta Osmanî kir û şûnde pêvajoya têkçûna dewleta Osmanî destpê dike û bi lez dibe. Her çiqas hin derûdorên di nav dewleta Osmanî de bi tesîra Îngilîstan û Fransa hem di warê rêveberî hem di warê aborî û leşkerî de bixwazin vê pêvajoyê biguherin jî nikarin pêşiya seyra dîrokê ya ku xwe nû dike biguherin û di dawiyê de ew “zilamê nexweş” têk diçe û dimire.

Guherînên civakî û pergalî gelek caran bi şoreş û gelek caran ji bi peresandinê çêdibin. Carna ji herdû di nav hev de tên jiyîn. Pêvajoya têkçûna dewleta Osmanî van herdû mijaran digire nav xwe û piştî vê gotina Çar Nikolayê I. 60-70 salan imparatoriya Osmanî beranberî ku hemû reformên ku dike ji têk diçe û nikare xwe li ser piyan bigire. Xelaka van reformên ku di nav dewleta Osmanî de derketin holê yêk ji ya herî girîng Meşrutiyeta I. ya 1876’an e. Ev reform di eslê xwe de ne bi xwesteka imparatorê osmanî Abdulhemidê II. e. Hindek mecbur dimîne. Hem ji ber zextên navxweyî hem jî ji ber zextên derve mecburî van reforman dibe. Di nav vê xeleka reformê de gelek derûdorê ku hem etnîkî hem ji aliyê siyasî de derûdorên cuda cih digirin. Lê ji ber polîtîkayên dewleta Osmanî yên ne ji dil û derûdorên nijadperestên pantirkî û turanî ev pêvajoya ku hemû derûdorên etnîkî û siyasî dixwestin xwe di nav de bibînin û hindik be ji jê nefesekê bigirin.

Di sala 1908 bi derbeya Îttîhat û Terakiyên ku bi tevahî dibin bandora zihniyeta nijadperestiya tirkî de ne û li ser hişmendiyeke turanî tevdigerin têk diçe. Bi vî awayî niyeta nijadperestên tirk bi tevahî derdikeve holê û dixwazin çi reformên ku çêdibin di bin xizmeta nijada tirk de be. Ev yek dibe sedeme ku hemu rengê ku di nav reforma meşrutiyeta I. de cih girtine werin tesfiyekirin û têkbirin. Piştî sala 1908’an û şunda êdî ji bandora ingilîstanê zêdetir bandora Almanan li ser vê meşrutiyeta II. ya 1908’an heye ku dixwestin dewleta osmanî bigirin bin bandora xwe li himber polîtîkayên Îngilîz û Rusan. Di van serdeman de hêzên Rus û hêzên Îngilîz li himber Osmaniyan gelek cih girtine dest xwe. Rêveberê Îttîhat û Terakkî ji li himber van herdû hêzên cîhanê yên mezin di bin bandora zihniyeta Almanan de fikrê nijadperestiya tirk û tûranî didin pêş û hemû derûdor û rengên cuda yên di nav xwe de tesfiye dikin. Ev yek ji dibe sedema têkçûna dewleta Osmanî.

Ka vêca em werin vê pêvajoya serdema Osmaniyan û ya serdema komarê bidin ber hev û hindek binirxînin. Dema mirov dinirxîne mirov hin ders û tecrubeyên mezin ji dîrokê derdixe. Dema ku Akp di sala 2002 de nû ava bû xwe wekî mexdûr nîşan da û xwest hemû derûdorên cuda di nav de cih bigirin. Dişibe serdema meşrutiyeta I. ev serdema AKP nû avabûyî. Bi rastî ji peregala komarê ya 80 salan bi nijadperestiyeke hişk dihat meşandin û bi derbeyên leşkerî xwe li ser piyan digirt êdî têk diçû û ruyeke nû ji xwe re dixwest. Ji bo xwe li civakê bide xwarin. Polîtîkayên vê pergala komarê ji wekî yên di serdema dawiya Osmanî êdî têkçûbûn û buyîbû “zilamê nexweş” bi rengê AKP yê ku postê gur li xwe kirî cardin xwestin daxwaziyên civakê yê ku guherîna pergalê hindek din taluq bikin. Pergalê bi zanabûn AKP wekî ku hêviyekê didan nîşan. Ji lîberalan bigire heta îslamîstan û hetanî kurd, ereb, çerkez, hin aliyên çepgirên xapînok û elewiyên ku ji eslê xwe dûrketîn gelek derûdoran di serdema AKP ya destpêkê di mîna serdema meşrutiyeta I. de di AKP de cih girtin. Erdogan di vê mijarê de wekî roviyê pergalê tevdigeriya. Kesêk ku zana û hişyar di rûyê Erdogan yê rastî dizanî û didît lê yên ku berjewendîperest nedixwestin vê yekê bibînin. Hetta pêvajoya Erdogan ya serdema wî ya ku dişibe serdema meşrutiyeta II. û Îttîhat û Terakkî ya van çend salê dawî kesê nexwest rûyê wî yê rastî bibîne. Dema ku Erdogan hêdî hêdî derûdora xwe ji tesfiye kir û got hema ez û hema ez nû gelek derûdorên li tirkiyê li xwe hesiyan. Hatiya Erdogan ya di vê astê de rol û rista gelek derûdorên ku li tirkiyê tê de heye.

Niha yên herî nêzî wî bi xwe ji dibin mexdûrî wî heta herî dawî serokwezîrê ku bi xwe tayîn kirî bû bi xwe ji peywirê girt. Di dawiyê de ev pêvajoya ku xwe bihêzkirinê ziviran pêvajoyeke dîktatorî û padîşahiyê. Hemû yasa û qanûnên ku bi xwe çêkirîne û makeqanûna dewletê ya ku qaşo rewatiyê dide hemû pergalê ew bi xwe ji têk bir û nas nake. Niha berbi pêvajoya ku Hitler pêveçûye diçe û xelekê ku pêve diçe dişibin yên Îttîhat û Terakkî û Hîtler. Piştî “zilamê nexweş” yê Osmanî niha komara tirk ji “zilamê nexweşe” û bi van polîtîkayên xwe nîzî têkçûnê ye. Qeyraneke ya pergalê dijî dewleta tirk niha. Muxalefeta ku li himber vê pergala AKP û Erdogan ya ku rihê Îttîhat û Terakî û rihê nijandperestiya Hîtler û nijadperestî û olperestiya tirk-îslam ya herî xurt tenê kurd û tevgera azadiyê ya kurd dike. heger em bixwazin ji dîrokê ders derbixin divê em li pêvajoya zilamê nexweş baş binêrin. Erdogan zilamê nexweş yê duyemîn e. Hêj hemû civak ji bi xwere nerizandî û nexweş nekirî teqez divê were bêbandor kirin û sekinandin an nexwe yê li vê herêma rojhilata bi giştî bibe sedema gelek êşên mezin û giran.

 

Cudî Şengal

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): FENEN  ITTIHAT  TERAKKI  U  AKP  E    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.