JI EL PARTÎ HETA ENKS SIYASETA PDK LI ROJAVA
Araþtýrmalar / 24 Şubat 2014 Pazartesi Saat 08:43
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rojavayê Kurdistanê ji destpêka sedsala 20’emîn ve bûye hêlîna kesayet, tevger û rêxistinên Kurdistanî. Em ji Bedirxaniyan bigrin heya Nûrî Dêrsimî, Osman Sebrî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistan, xwedîtî ji gelek þoreþ û serhildanan re kiriye. Dîsa Rojavayê Kurdistanê di destpêka salên 1980’an de hembêza xwe ji pêþengên PKK'ê re vekir û bi dilgermî ew xwedî kirin.

Rojavayê Kurdistanê ji destpêka sedsala 20’emîn ve bûye hêlîna kesayet, tevger û rêxistinên Kurdistanî. Em ji Bedirxaniyan bigrin heya Nûrî  Dêrsimî, Osman Sebrî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistan, xwedîtî ji gelek þoreþ û serhildanan re kiriye. Dîsa Rojavayê Kurdistanê di destpêka salên 1980’an de hembêza xwe ji pêþengên PKK'ê re vekir û bi dilgermî ew xwedî kirin.

Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne tenê bûne hêlînên têkoþerên Kurd, her wiha tevgerên þoreþger yên Turkiyê û muxalifên rejîma Iraqê jî xwe bera nava dilê vê axê dan û vê axa pîroz ew hewandin.

Dibe ku hin ji xwendevanên me bêjin ku ‘ev qedera Rojavayê welatê me ye’ û dibe hineke din jî bêjin ‘nexêr, ev erka me ya neteweyî ye.’ Bi xwe her du nêrînan jî dipejirînim.  Welatekî mîna Kurdistanê ku bi sedê salan e bindest e, êþ û azarên însanên Kurd jî li kîjan parzemîna cihanê bin, weke hev e û mîna hestî û goþt girêdayî hev e. Lê mixabin di sedsala 21’emîn de, ev rastiya ku hatiye jiyan kirin ji bo hin partiyên Kurd li Baþûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin. Ev partiyên mijara gotinê, bê ku li kevneþopiya gelê Rojava binêrin ku çawa ew hembêz kirine û mal û canê xwe kirine qurban; ketin nav helwestên erzan û bi yek hevokê keda gelê Rojava ya salan înkar kirin û gotin ‘tiþta li Rojava tê jiyan kirin ne þoreþ e’. Ji bo em karibin hîn bi zelalî rastiya rêveberiya PDK'ê  fêmbikin û em bizanibin çima El Partî, partiya Azadî û partiyên din dijayetiya þoreþa Rojavayê Kurdistanê dikin divê em dîroka wan bi kurtî be jî nas bikin.

Cara yekem li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di 14 Hezîrana 1957’an de, partiyeke siyasî tê avakirin û kesayetên partî avakirine ev in:
Osman Sebrî, Ebdulhemîd Hec Derwêþ, Hemze El Niwêran, Þêx Mehemed Îsa Mele Mehmûd, Reþîd Hemo, Mehemed Elî Xoce, Xelîl Mehemed û Þewket Henan (beriya wê endamê partiya komunîst ya Sûriyê yên þaxê Helebê jî di nava wan de hebûn).

Nûreddîn Zaza Weke Serokê Partiye Hate Hilbijartin

Navê vê partiye, ‘Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê’ bû.  Armanca partiyê, wek ‘azadkirin û yekîtiya Kurdistanê’ hatibû diyar kirin. Di vê derbarê de Osman Sebrî digot: ‘Di beþê çaremîn yê rêziknameya partiyê de dibêje ku partiyeke pêþketî û ji bo azadkirinê têkoþîn dike û þerê dagirker û hevalbendên wê dike. Dema ku siya dagirkeriyê bi dawî be û riyên mudexeleya derve bi dawî bên, wê demê partiya me ji bo 400 hezar Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê ne, wê rêveberî û pergaleke taybet bixwaze’

Ev yek jî ji bo ku karibe mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bide jiyankirinê ye.  Ev tê wateyê nimuneyeke daxwaza otonomî ji bo Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê. Lê belê hevalên Osman Sebrî daxwaza  yekbûn û serxwebûna çar perçeyên Kurdistanê dikirin. 

Lê Osman Sebrî ev nêrîn red dikir û di got: ‘Ev daxwaz li gor þert û mercên herêm û gelê Kurd tê de jiyan dike û di navbera çar dewletan de ye"

Em dikarin bêjin ev nakokiya yekemîn a di navbera Osman Sebrî û hevalê wî de bû. Di sala 1960’an de  Osman Sebrî heta dawî ji bo ramana xwe tekoþîn kir, lê hevalê wî hemûyan dev jê berdan. Lê belê di wê demê de, serokê partiyê Nûreddîn Zaza di got ku: "Ev ne partiyeke siyasî ye, lêbelê komeleyeke çandî ye"

Di wê demê de Ebdulhemîd Hec Derwêþ jî digot: "Kurdên Sûriyê kêmnetewe ne û li Sûriyê dijîn"

Ev hemû nakokiyên ku em behsa wan dikin bûne sedem ku di nava partiyan de heta roja me ya îro perçebûn bê jiyan kirin.

Kongireya Adarê Ya Sala 1964’an

Endamên partiyê yên wê deme ev kesayet bûn: Osman Sebrî, Reþîd Hemo, Kemal Ebdî, Xalid Meþayîx, Ebdullah Mele Elî, Ezîz Dawûd, Mehemed Mele Elî û 2 endamên yedek Mehmed Mustafa û Mele Mehemed bû. Ji ber nakokî û pirsgirêkên navxweyî û mudexeleya Partiya Demokrata Kurdistanê û Mele Mustafa Berzanî, di kongireyê de biryar tê girtin ku Nûreddîn Zaza, Mehmed Îsa û Hemza Niwêran 2 salan ji partiyê bêne dûr xistin û Hemîdê Hec Derwêþ jî 2 salan endamtiya wî bê sekinandin.

Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê

Piþtî vê pêvajoyê rewþ zêde naye guhertin û sazkirina konferansa partiyê ya sala 1969’an de dikeve rojeva siyasetmedaran. Di vê konferansê de Osman Sebrî bi ‘îxaneta li gel rejîma Îraqê’ tê tawanbarkirin. Di wê demê de Selah Bedreddîn dibe sekreterê partiyê û nakokiyên di navbera wan de her ku diçe zêde dibe. Lê di sala 1970’an de, li ser vî bingehî Mele Mustafa Berzanî wan vedixwîne gel xwe, wana li gel xwe rehîn digre û bi fermana Mele Mustafa Berzanî ‘Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê’ (El partî) tê damezrandin û kesekî bi navê Deham Mîro jî wek serok tê diyar kirin. Lê ya balkêþ ew e ku Deham Mîro di pêþ de wek serokê desteya çareserkirina nakokiyên nav partiyê hatibû nîþandan. Piþtre bi biryara Mele Mustafa bû serokê partiyê.

Berzanî ew endamên Partiyê yên ku 2 salan li cem xwe rehîne girtibûn paþî serbest berdan. Partiya Çepgir hin endamên xwe bi tawana ku tawîz dane Berzanî, ji nava xwe dûrxistin. Di wê demê de kesên ku hatibûn dûrxistin Partiyeke nû bi navê ‘Hizb Iþtîrakî el Kurdî fî Sûriye’ (Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriye) bi rêveberiya Salih Gedo damezrandin. Ji ber hin sedem û nakokiyên hundur yên sala 1975’an sekreterê giþtî yê vê partiyê tê qewitandin. Lê Selah Bedreddîn ji nû ve partiyekê bi navê ‘Partiya Yekîtiya Gel a Kurd li Sûriyê’ saz dike. Ev partî di sala 1976’an de tê damezrandin. Selah Bedreddîn heta kongireya dawî serokatiyê ji partiyê re dike û piþtre Mustafa Cuma partiyê bi rêve dibe.

Partiya Çep jî ji aliyê Îsmet Seyda ve hate birêve birin. Hemû partiyên çep di bin siwanekê de, di nava demekê de heta sala 1978’an hate birêve birin, lê hevûdin tehemûl nakin û perçebûn dikeve nava wan. Ev sîwan bû 5 partî û Fuad Elîko, Hesen Tenurî, Ismaîl Omer û Þêx Alî û hin kesayetên din her yek ji wan partiyên nû avakirin. Lê dîsa kesên ku perçebûn kirin bi hevre yek partiyê ava dikin û wek ‘Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye’ bi nav dikin. Ev yek di sala 1992’an de pêk hat. Lê perçebûna van kesan her berdewam kir û her yek ji wan di nava xwe de bûn 3- 4 perçe.

Di Partiya Çep de Îsmet Seyda hewl da ku bi rêveberîya partiyê re di nava partiyê de kombûnekê çêke. Di astekê de bi ser ket û di nava dîroka partiyê siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de tê gotin ku ev pêvajo wek firsenda zêrîn tê bi nav kirin.

Di sala 1982’an de, di encama nakokiyên di navbera  Îsmet Seyda ku sekreterê partiyê bû û birazayê wî Sevgat Seyda de perçebûn dikeve nava Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye û Sevgat Seyda navê partiyê wek ‘Partiya Þexîlê ya Kurdî’ diguherîne. Lê temenê Partiya Þexîlê tenê 6 sal bû û di sala 1988’an de perçe dibe û vê carê Ebdulbasit Seyda tevlî partiyê vedigere nava Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye. Lê piþtî sekreterê partiyê wefat dike serokatiya partiyê dikeve destê Yusûf Dîbo.

Di sala 1990’an de Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye careke din perçe dibe û Yusuf Dîbo partiyeke din bi heman navî saz dike û heta kongireya sala 1996’an berdewam dike û di kongireyê de Mehmed Musa Mehmed dibe serokê partiyê û beþê din yê perçebûyî bi partiya Yekîtiya Gel re peyman çêdike û navê partiyê dikin Partiya Azadî ya Kurd û serokê wê dibe Xêredîn Murad.

Sekreterê vê partiyê dikarî bi siyaseta xwe ya taybet, ji salên 1990 – 1996’an pêþiya perçebûnê bigre . Lê piþt re kesê bi navê Tahir Sefûk û Ezîz Dawî perçebûnê dixin nava partiyê û bi heman navî partiyeke nû saz dikin. Lê perçebûna duyemîn bi heman navî di sala 1996’an de hate kirin. Serkêþê vê perçebûnê Ezîz dawî ye û navê partiyê bû Partiya Wekheviya Kurd.

Partiya Demokrata Kurdên Sûriyê (El Partî)

Weke di serî de hate gotin ev partî di sala 1970’an de bi destê Mele Mustafa Berzanî hate damezrandin. Lê qedera vê partiyê heman qedera partiyên din yê Rojava bû di warê perçebûnê de. Partiya Demokrata Kurd (El partî) bi heman navî ji aliyê Cemal Þêx Baqî perçe bû. Ji ber serokê partiyê Deham Mîro di sala 1975’an de ji aliyê dewleta Sûriyê ve hate girtin, serokatiya el Partî kete destê Kemal Derwêþ û Derwêþ heta sala 1980’an dewam kir. Piþt re Þêx Alî û hin hevalê wî perçebûn xistin nava partiyê. Lê her çendî perçebûn di nav partiyê de tê kirin jî nakokî û pevçûnê nava partiyan bi dawî nabe. Di sala 1987’an de Îsmaîl Emo û hevalê wî perçebûnê dixin nav partiyê. Di sala 1997’an de piþtî ku sekreterê partiyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide kongireya El partî tê li darxistin. Lê heta pêkanîna kongirê nakokiya di navbera Nesreddîn Ýbrahîm û Suud Mele de li ser serokatiyê didomê. Di wê demê de partî dibe du beþ. Beþek Nesreddîn Ýbrahîm û beþê din Mehmed Nezîr Mustafa serokatiyê dikin, lê belê ji beþê Mehmed Nezîr Mustafa Ebdurehmen Wecîh cûda dibe. Herî dawî serokatiya El partî dikeve destê Ebdulhekîm Beþar.

Reþîd Hemo Daxive

Reþîd Hemo ku yek ji damezrênerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye di nirxandineke xwe de wiha dibêje: "Têkiliyên di navbera me û Cemal Ebdulnasir gelek baþ bûn. Radyoya Kurdî li Qahîrê di bin qontirola Fuad Mehsûm de hate vekirin. Wê demê Ebdulhemîd Serac ku wezîrê navxwe yê Sûriyê û berpirsiyarê dosya bakurê Sûriyê bû ji rayedarên Kurdan re dibêje ku eger Kurdên Bakurê Kurdistanê li hember Tirkiyê tahrîk bikin,  desteka ku bixwazin wê bê dayîn.

Her wiha Hemo dibêje: “Min jî ji Ebdulhemîd Serac re got ku divê hun jî ji bo me li Þamê kanaleka ragihandinê û çapxaneyekê vekin. Ebdul Hemîd Serac û muxabaratên Sûriyê daxwaza me qebul kir" Lê piþtî ku Kurdan helwesta xwe li hember Cemal Ebdulnasir guhert û li gel Partiya Komunîst cihê xwe girtin, Ebdulhemîd Serac û rejîma Sûriyê helwesta xwe li dijî Kurdan guhertin.

Piþtî guhertina helwesta Ebdulhemîd Serac û Þamê cara yekemîn nakokî di navbera rayedarên partiya Kurd de derdikeve ser avê. Di navbera Mehmed Îsa û Ebdulhemîd Hec Derwêþ li herêma Hesekê nakokî derdikeve û li ser desthilatdariya partiyê li vê herêmê pêþ dikeve. Li piþt wan nakokiyan Mele Ebdulhekîm û Mele Ebdulferdî li bajarê Hesekê piþtgirî didan Mehmed Îsa û li Qamiþlo û Dirbesiyê jî piþtgiriya xwe didan Ebdulhemîd Derwêþ. Li gor hin þîrovekarên siyasî dibêjin ku nakokiyên îro yên di navbera partiyê Kurd de bingeha xwe ji vir digre.

Agahiyên Kronolojik

- Cara yekê di 14 Hezîrana 1957’an Partiya Demokrata Kurdistan li Sûriyê hate avakirin.

- Di 12 Tebaxa 1960’an de, piraniya rêveberên partiyê ji aliyê Komara Hevbeþ (Sûriye-Misir) ve hatin girtin.

- Di sala 1961’an de navê partiyê hate guhertin. Bi vê guhertinê peyva Kurdistan hate derxistin û bû Kurd.

- Di 5 Tebaxa 1965’an  Partî tê perçekirin. Yên çepgir û rastgir derdikevin holê. Ev perçebûn di encama nakokiyên di navbera Berzanî û Telebanî de hate kirin. Yên çepgir bi serkêþiya Osman Sebrî û bi piþtgiriya Berzanî û yên rastgir jî bi serkêþiya Ebdulhemîd Hec Derwêþ û bi piþtgiriya Telebanî kar dikirin.

- Di 26 Tebaxa 1970’an de mudexeleya Berzanî tê kirin û lijneyek tê sazkirin ku her du aliyên çepgir û rastgir bigihîne hev, lê ev lijne bi ser nakeve û bi fermana Berzanî rêveberiyeke demî (qiyada merheliye) ji partiyê re tê avakirin.

- Di sala 1973’an de gelek rêveberên partiyê yên rêveberiya demî têne girtin ku bi sedema li hember derketina pirojeya asîmîlesyona kembera Erebî ku di sala 1974’an de pêk hat.

- Di sala 1975’an de bi nakokiyan perçebûna partiyê tê kirin. Partiya Demokrat a Kurd bi serokatiya Hemîd Sîno û ya din bi navê Partiya Demokrat ya Sûriyê bi serokatiya Þêx Mehmed Baqî.

- Di sala 1981’an de Þêx Alî ji partiya Þêx Mehmed Baqî qut dibe û navê wê dibe Partiya Karker yên Demokrat a Kurd li Sûriyê û piþtî vê yekê ev partî dibe partiya Yekîtî.

- Di sala 1995’an de di kongireya heftemîn ya partiyê de Kemal Ehmed Derwêþ bi piþtgiriya Berzanî, dibe serokê partiya Demokrata Kurd li Sûriyê. Di kongireya 8. de ya 30 Nîsana 1998’an de careke din perçebûn çêdibe û bi heman navî du partî didomin. Yek bi serokatiya Nesredîn Ýbrahîm û ya din bi serokatiya Mehemed Nezîr Mustafa. Perçebûna dawî ya vê partiyê ji aliyê Ebdulrehman Wecîh ji Mehmed Nezîr Mustafa qut dibe û partiyeke bi navê El partî Dimokratî El Kurdî sazdike.

Navên Partiyên Rojava Ku Ji Kevneþopiya Baþûrê Kurdistanê Tên


Navên giþtî yên partiyên kurd ku ji kevneþopiya Baþûrê Kurdistanê û bi taybet PDK tên û niha hebûna xwe didomin.

1- Partiya Demokratên Pêþverû ya Kurd li Sûriye (Ebdulhemîd Hec Derwêþ)

Li ser kevneþopiya YNK'ê ye lê niha nêzîkî PDK ye.

2- Partiya Netewî ya Sûriyê (Tahir Sifûk)

3- Partiya Wekheviya Kurd (Nimet Dawud)

4- Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê -Elpartî (Nesredîn Ibrahîm)

5- Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê – Elpartî ( Ebdulhekîm Beþar)

6- Partiya Demokrata El Kurd li Sûriyê (Ebdurehmen Wecîh) yên niha Ebdulkerim Siko û Lezgîn Fexrî

7- Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye (Îsmaîl Emo) paþî Þêx Alî, Zerdeþt Mehmed û Hebîb Îbrahîm. Lê sekreterê partiyê yê vê demê Þêx Alî ye. (Ji ber hemû serokên partiyan ji herêma Cizîrê ne di nava vê partiyê de nakokî derket. Vê nakokiyê perçebûnek bi xwe re anî. Beþê partiyê yê Cizîrê serokê wê Ýsmail Emo piþtî Ýsmaîl Omer Zerdeþt Mehmed serkêþiya vê nakokiyê kiþand û beþê Herêma Efrînê Þêx Alî ye. Kesên din yên navê wan hatiye ziman jî bi serê xwe, xwe serokê partiyê ilan kirine. Lê tu têkiliya wan bi hev re nîne û her yek ji wan dibêjin yên rast em in.

8 - Partiya Yekîtiya Kurd (Ýsmaîl Emo) Fuad Eliko, Hesen Tenurî, Ismail Hemê û herî dawiyê Ibrahîm Biro sekreteriya vê partiyê kirine.

9- Partiya Yekîtiya Kurdistanî (Ebdulbaset Hemo)

10- Partiya Demokrata Kurdî  li Sûriye (Cemal Þêx Baqî)

11- Partiya Azadî ya Kurdî (Xêredîn Murad) niha Mustafa Cuma sekreterê vê partiyê ye

12- Partiya Azadî ya Kurdî (Mustafa Oso ye û ji Mustafa Cuma qut bû)

13- Teyar Musteqbel (Meþ’el Temo) piþtî kuþtina Meþ’el Temo kar û xebata vê partiyê li ser erdê nema, tenê di warê ragihandinê û li Ewrupa xebata wan tê dîtin.

Encam

Li gor di nexþeya partiyên Kurd tê diyar kirin tu partiyên ku hatine damezrandin û perçe nebûne nîne. Her weha hin partî bi PDK'ê ve û hin partî jî bi YNK'ê ve girêdayîne. Em dikarin bêjin partiyên ku qaþo meylên wan çepgir in û xwe weke çepgir bi nav dikin li pey þopa Deham Mîro ne ku girêdayî Mustafa Berzanî û PDK'ê ne. Partiyên ku qaþo xwe rastgir bi nav dikin û pêþketinê weke reform bi nav dikin, partiyên ku mîrasa xwe ji Partiya Demokratîk a Pêþveru a Kurdên Sûriyê digrin ku serokatiya wê Hemîdê Hec Derwêþ dike, ev jî li ser xeta YNK'ê bû.

Lê di dema dawî de her çiqas serok û nûnerê partiyan çûnûhatina Baþûrê Kurdistanê (Hewlêr) dikin jî PDK'ê Ebdulhekîm Beþar weke serokê hemûyan dibînê û rolekî wiha daye vî þexsî.

Wekî Din:

- Ji partiyên hatine ziman 13 partî beþdarî Encûmena Niþtimanî a Kurd (ENKS) bûne.

- Partiyê kurd yên cihê xwe di Meclis El Wetanî Sûriye de digrin, Partiya Azadî Kurdî û Partiya Yekîtî Kurdistanî û hin kesên weke Selah Bedredîn û Ebdulbasit Seyda ne. Di demên dawiyê de ENKS’ê jî beþdarî hêzên muxalefeta Sûriyê bû ya bi navê Îtîlafa Sûriyê ku navenda xwe li Stenbolê ye.

- Hin partiyên din yên weke Elpartî Dîmoratî Kurdî (Ebdulhekîm Beþar), Teyar Musteqbel, Wîfaq û Hevgirtinê Ciwana ku di heman demê de endamên ENKS’ê ne, dixwestin eniyekê ya hêzên demoratîk saz bikin lê bi ser neketine. Ev kom yekser têkiliya wan bi Tirkiyê û Emerîka re heye.

Dîsa Partiya Azadî ya Mustafa Cuma, Partiya Azadî ya Mustafa Oso û Elpartî ya Ebdulhekîm Beþar yê ‘Yekîtiya Siyasî’ weke eltarnatîfa Desteya Bilind a Kurd avakirin yekser bi telîmata PDK’ê kar dike û xwedî têkîliyen baþ bi Tirkiyê re ne.

Adnan Mustafa 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.navendalekolin.com -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER): JI  EL  PARTI  HETA  ENKS  SIYASETA  PDK  LI  ROJAVA  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.