NÛÇEGİHANÊ AJANSA ANADOLÊ Lİ TİL HEMÎS AJAN DERKET
Haberler / 23 Şubat 2014 Pazar Saat 09:30
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hate zanîn ku dewleta Tirk Ajanên xwe di bin navê Rojnemevan de dişînin Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Hate zanîn ku dewleta Tirk Ajanên xwe di bin navê Rojnemevan de dişînin Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Piştî pêlên Şoreşa Sûriyê li tevahî axa Sûriyê belav bû, di serî de welatên cîranên Sûriyê gelek welatên naçeyê mudexeleya Sûriyê kirin. Lê ev mudexele her çendî ne weke mudexeleya İraq û Avganistanê û Libiya be jî, lê di esasê xwe de ev welatên mijara gotinê Sûriyê di warê piratîk de dagirkirine û bi riya piştgiriya komên çete û bi navê şandina alîkariyên İnsanî sîxorên xwe dişînin herêmê.

Yek ji mînakên ku di demên dawiyê de hatiye jiyan kirin kesê bi navê Zekariya Zekeriya ku yek ji sîxorên MİT a Turkiyê ye. Li herêmê weke Heleb, Reqqa û Hesekê cirîtan davêje. Zekeriya bi navê Ajansa Anadolê(AA) kar dike. Her çendî gelek caran derbasî herêmên weke Efrîn, Kobanî, Amûdê û Qamişlo bûye jî, lê di esasê xwe de Zekeriya weke navend bajarê Hesekê û Reqqayê bi kar tîne.

Li gor agahiyên Ehmed Cedhan El Xanim daye. Zekeriya di gelek mijaran de alîkarî kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: " Li Til Hemîs Zekeriya li ba mebû ji ber Zekeriya bi gelek zimanan dizanî zêde pirsgirêk nebû. Ji ber hemû bêtêlên û Telefonên Turkiyê yê YPG'ê bi kardanîn ji aliyê meve dihatin guhdar kirin. Zekeriya kesekî pispor bû li Turkiyê li ser destê MİT perwerde ditiye. Bi nasnameya rojnemevan kar dike, ez ne xelet bim ev ji ajansa dewleta Turkiyê re kar dike".

Zekeriya Zekeriya kî ye?

Zekeriya Nûçegihanê Ajansa Anadol a Turkiyê ye û di sala 2009an de derbasî Turkiyê bûye û li İstenbolê têkîlî bi MİT re daniye. Piştî demekê Zekeriya winda dibe, cara yekemîn Zekeriya di 12'ê Tebaxa 2012an de bi navê Omer El Helebî li Helebê beşdarî Televizyona El Arabiya dibe. Piştî girtina bajarê Reqqayê ji aliyê Artêşa Azad ve Zekariya li Raqqyê taxa Bedo ku piraniya niştecihên wê alîgirên artêşa Azadin hatiye dîtin. Herî dawiyê û li gor gotinê endamê Ehrar El Şam Ehmed Cedhan El ganam. Zekariya di 29.12.2013 an de hatiye dîtin.

Nav: Zekeriya

Paş nav: Zekeriya

Navê Bav: Mehmed

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: 28.08.1985- Hesekê taxa Giwêran şerqî.

Cihê her gav lê dimîne: Reqqa- Til Ebyad û Hesekê.

Telefon: 005373323225

E-Mail: zk985@hotmail.com


 

 Dilxwez Hesen- Hesekê


Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER): NUCEGIHANE  AJANSA  ANADOLE  LI  TIL  HEMIS  AJAN  DERKET  AA  Reqqa-  Til  Ebyad  u  Heseke  Zekeriya  Zekeriya  MIT    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.