Ji bo pênasekirina cewherê vê hewldanê naskirina beþdaran bes e û zêdeye jî. Ji bo vê yekê jî zanîna diroka nêzîk ya Kurdistanê û çepê Kurdistanê pewîstiyeke jiyaniye.
Tê gotin ku di demeke dîrokê de Þahê Îranê li dijî dewleteke din þer lidardixe. Li her devera Îranê ciwan weke leþkerê Îranê diçin þer. Her wiha ciwanên Kurd jî diçin þer. Bi taybeti jî du birayê Kurd di þer de gelek lehengî nîþan didin. Nav û dengê herdu birayan heta gel Þahê Îranê diçe. Þer bi serkeftina Îranê bi dawî dibe. Li ser vê yekê Þahê Îranê jî ji fermandariya artêþê dixwaze ku herdu birayên Kurd biþîne huzura wî ku wan xelat bike. Lê belê þerteke Þah heye. Dibeje ku, “Kîjan bira zûtir were ezê wî xelat bikim. Le çi bidim wî, ezê du qatî bidim birayê wî”
Fermandariya artêþê herdu bira diþîne paytextê. Birayek zûtir derdikeve hizûra Þah. Þah dipirse, “Eze te xelat bikim. Lê birayê te rêka wî dûrtir e, ew hê negihîþtiye cem me. Ji ber vê yeke tu ji bo xwe çi bixwazî ezê bidim te. Lê belê eze du qatî jî bidim birayê te. Keremke çi dixwazî?” Bira diponije û dibêje: “Þahê min çavekî min derxe!”
Ev kurte çîrok bi rastî hatiye jiyîn, an çêkirî ye, nizanim. Ez vê mijarê pir girîng jî nabînim. Çêkirî be jî rastiyeke hin ji me Kurdan bilêv dike. Ji hev heznekirin, hesûdî û hwd. tîne ziman. Dijminên gelê me ewqas bi kesayetên Kurd lîstibûn ku, bira bi bira re rast û dirust tevnedigeriya. Bi taybetî jî kesên hevalbendên dijmin hîn jî vê taybetmendiyên dijmin li ser me sepandiye weke nexweþike bê eman dijîn û dixwazin bidin jiyîn. Çavnelibar e ku rewþa birayê wî jê baþtir, an go jê dewlemendtir be.
Hûn dikarin pirsyar bikin “ka ev mijar jî ji kîderê derkete pêþ me?” Pirseke di cîh de ye. bersiva vê pirsê jî gelek vekirî û zelal e. Tê gotin ku birayê mezin ya Mesud Berzanî Ýdris Berzani gotiye; “Li Kurdistanê çi çêbibe divê bi destê me be. Ger ku em nikaribin çêkin, her tim hêzaa me yê xerabkirinê heye.” Dîsa tê gotin ku ev axaftin makezagona binemala Berzaniyan e. Helwesta Mesud Berzani li diji gel û Þoreþa Rojava ev mesel anî bîra min.
Þoreþa Rojava xewn û xeyala hemû Kurdên xwedî rûmet pêkaniye. Li beramberî vê Þoreþê helwesta Mesud Berzanî ku mirov tîne berhev, rewþa birayê kû dibêje “Þahê min, çaveke min derxe” tê bîra mirov. Bê guman tiþtê ku Ýdris Berzanî bilêvdikir jî hema ev tiþt e. Ji ber kû þoreþa Rojava rexmî PDK û Hukumeta dagirkerên Tirk biserketiye çavê Berzaniyan debar nake. Ew hêza gelê Rojava ku rexmî dagirkeriyên hêrêmê dijayetiya wan dike jî þoreþ biserxistinê heye û ne hewceya PDK û Berzaniyanin; divê ew þoreþ bibinkeve. Þoreþ bi destê Berzaniyan çênebûye û nakeve bin bandora wan jî. Wê demê ewê hêza xwe yê xerabkirinê bikar binin. Di encamê de wê gele Kürd zerarmend be, ew jî ji bo binemalê ne xem e.
Berê ku Mesud Berzanî serdana Tirkiye bike bi daxuyaniyekê Þoreþa Rojava înkar kir. Bi Serokwezîrê Devleta Dagirker ya Tirk re hin hevdîtinên bi dizî bi pêþxistin. Xalê sereke û ya herî girîng mijara Þoreþa Rojava bû bêguman. Rayedarên dewletan yên payebilind berê ku biçin serdana welatekê hin daxuyaniyên ku malovanên wan pê kefxweþbin bibin. Mesud Berzanî jî ew kevneþopiya bi reþkirina Rojava bicîhanî. Di serîde Serokwezîrê dewleta dagirker ya Tirk Tayip Erdoxan û rayedarên dewleta dagirker li çavekê digeriyan, Berzanî ji bo wan bû du çav. Ji bo reþkirina þoreþa Rojava, PKK û Rêber APO bi salane þerê taybet dimeþînin. Ew þerê taybet bi Kurdekî weke Mesud Berzanî bidin kirin wê bi bandortir be. Berzanî jî tiþta ku heta îro bi dizî dikir, icar eþkere dike û bi þêwazeke gelek zelal radixe ber çavan. Ji bo dewleta dagirker û hikumeta AKP’ê ji vî baþtir çi heye?
Êrîþ û hewldanên hikumeta AKP’ê û Binemalê tenê bi van kiryaran ve sînordar nin in. Demeke dirêje ku ji bo partiyeke dijî PKK avabikin xebateke berfireh dimeþînin. Hemu bermahiyên Çepê Kurd yên berê derbeya 12 Îlonê, revokên ji PKK’ê reviyan e û xwe spartine hêzên Baþûrê Kurdistanê, xayinên bi hêzên derekî re hevpeymana ji bo jinavbirina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê çêkirin û li gorî vê rastiyê tevgeriyane tînin cem hev û dixwazin li gel van bermahiyan PDK Bakur avabikin. Demeke dirêje xebatek bi vî rengî dimeþînin. Dîroka van hewldanan gelek kevnin. Lê emê li ser yê herî nezîk rawestin.
Roja 27 Nisana 2013 li Amedê civînek berfireh têlidarxistin. Di vê civînê de pêdivî bi “partiyeke siyasi yê nû, vekirî û rewa” tê tespitkirin. Ji bo ve xebatê bi rêve bibe komisyonek ji 50 kesî bi nave “Ji bo projeyeke nû ya siyasî komê diyalogê” tê avakirin. Raburdiya vê xebatê bi qasî du sal heyê. Yê em qala wî dikin encemê vê xebatê ye.
Li gor danezana Hewldanê Partiya Kurdistanî, li ser banga Komê Diyalogê 19-20’ê Cotmehê li Amedê civîneke fireh tê lidarxistin. Beþdarên civînê yên wekî tevger KDP, DDKD, KUK, RIZGARÎ, ALARIZGARÎ, ÖZGÜRLÜK YOLU, TÊKOÞÎN û KAWA’ye. Wekî takekes jî beþdarên civînê hene. Lê bi tenê navê rixistinan hatiye dayin. Li gorî tê gotin piþtî serdana Mesud Berzanî ya Amedê lez dane xebatê damezrandina partî. Piþtî ku Serokwezîr Erdoxan navê Kurdistan bilêvkir, Hewldana Partiya Kurdistanî biryar daye ku navê Partiyê “Partiya Demokratê Kurdistan” be. Tê payin ku bere sersala nû jî were damezirandin.
Ji bo pênasekirina cewherê vê hewldanê naskirina beþdaran bes e û zêdeye jî. Ji bo vê yekê jî zanîna diroka nêzîk ya Kurdistanê û çepê Kurdistanê pewîstiyeke jiyaniye. Bi taybetî jî ji bo nifþê nû agahdarî jî pêwîstîyke gelek girîng e. Ger kû rabirdûya van partî û koman neyên zanîn rexneyek rasteqîn jî wê neyê bi peþxistin. Ma li gorî we jî ne welêye?
Rêxistinên beþdarî civînan bune hemû jî tên naskirin. Milê wanê bîrdozi, siyasî, çînî u hwd. baþ tê nasîn. Wekî kes ku pêþeng û endam guhertibin jî weke feraset baþ tên naskirin. Em karin yeko yeko jî pênasebikin, lê ji ber ku heman feraset e, pêwîstî bi vê yekê nîn e. Di nava hewldaneke hevbeþ de bûna wan ne tiþtekî xerib e. Hin jiwan jixwe îro jî partiya yasayine. Mafê mirovan heye kû partiyên siyasî yê nû avabikin. Li pêþiya vê yekê tu asteng nîn e. Bi qasî mafê avakirina partiyên nû heye, herî kêm ewqas jî mafê rexnekirinê jî divê heb e.
Dema APOCI weke komeke nû dest bi têkoþînê kirin, hinek ji ew navên derbasbûn partîbûn. Komele, kovar, rojnamê û hwd. yên wan hebûn. Ji gelek milan ve ji APOCIYAN pêþtirbûn. Ji ber ku wan partî û koman -hinekan jixwere bigotana proleter jî- nunertiya çîna navîn dikirin. Pêkhateya pêþeng û endamê wan jî ev rastî piþtrast dikir. Lê belê APOCI bi bîrdozî, gotin, kiryar û pêkhate jî nunertiya çînên bindest dikirin. Ji ber vê yekê APOCI gelek biçûk didîtin û henekê xwe pê dikirin. Heta di destpêka sala 80’i de sê kom ji wan li dijî APOCIYAN hevgirtin avakirin. Ew komên ku li dijî dagirkeriyê tu hevgirtin çênekiribûn, li dijî komeke Kurd hevgirtin çêkirin. Navê xwe jî kirin Hevgirtina Hêzên neteweyi û demokratîk; bi navê Tirkî “Ulusal Demkoratik Güçbirliði”… Wê demê jî ev pirs di rojewê de bû: Yên ku li dijî dagirkerî tu hevgirtin, têkoþînek hevbeþ bi pêþ nexistibûn, çima û çawa li dijî komeke þoreþgerê Kurd û Kurdistanî hevgirtineke bi wê awayî avakiribûn? Bersiva vê pirsê hîn jî bi þêweyeke rexnedan nehatiye dayin.
Di salên 1973-1980 de komê herî biçûk û lawaz APOCÎ bûn. Îro rewþ çawayê li ber çavan e. Yên ku wê demê partî bûn, karîbûn þaredariya Amedê bidestbixin, çima îro navê wan jî hatiye jibîrkirin? Kî û ji bo çi dixwazin wan ji nûve zindî bikin? Divê li ser were sekinandin. Ez bawer dikim ku hûn jî erê dikin!
Gelek caran hewldanên bi vî rengî çêbûn lê biser neketin. Ne ku hinekan ew asteng kirin. Berovacî, heman feraset be jî ji rastiya gel, welat û pêþketinên cîhanî û heremi dûrbûn destneda ku ew hewldanana biserkevin. Gelên Kurdistanê tama azadiyê girtin. Bi vîn û armanca xwe tevgerîn kêm destkeft nîn e. Gelên Kurdistanê têkoþerên berdêlên giran dane û yên ku di roja teng de li meydanê nebûn jihev derdixîne û baþ nasdike.
Îro ew derfet heye an na? Ew hinek jî liser armancê dimîne. Ger ku armanc tenê damezirandina partiyeke wekî hin partiyên li Rojava ku tenê binav hene û li ser têkoþîn û destkeftên gel xwe dana jiyankirin be, fermî damezrandin pêkan e. Lê ger ku armanc çareserkirina pirsgirekên bingehîn ya welat û gelan be, divê bersivên hin pirsan were dayin. Ku ev bersiv bi þêwazeke zelal û rexnedan neye dayîn, ji ber ku wê bawerî nede gel zêde pêkan diyar nake.
Dema ku êrîþên hovane li ser pîroziyên gel dihate meþandin, komkujî birêvediçûn -ku hîn jî berdewan e- wan çidikir? Ew li kûbûn? Îro çidikin? Di koma mijara gotinê de yên ku berê ne pêkan bû werin ba hevdû, îro bi kîjan regezan tên ba hev? Ev hatina cem hev û hewldana partiyeke hevbeþ avakirin li ser kîjan rêgez an jî pîvanan birêve diçe? Bê Bîrdoziyek hevpar partiyek çawa wê bê avakirin?
Bê guman pêwîstiya me Kurdan ji nan û avê zêdetir bi hevgirtin û yekîtî heye. Ji hatina ba hevdû yên koman ez bixwe ne acizim, berovacî ez gelek kêfxweþim. Lê tu hevgirtin an jî yekîtî bê regez -ango ilke, mebde- nabe. Ku bibe jî ji bo gelan sûddar nabe.
Îro têkoþînek ku xwe bi cîhanê daye nasandin û pejirandin heye. Gelên Kurdistanê jî bi her þêweyî di nava vê têkoþînê de ye. Avahisaziyên ku hemu beþên civakê, hemu komên bîrdozî û siyaseta wan cuda be jî tê de bikarin xwe bi rêxistin bikin -wekî KCD- hene. Xwe di nava van avahiyan de bi rêxistinkirin, heta rêvebiriya wan bi destxistin û li gorî bîrdoziya xwe xebitandin ne guncawtir e? Helwesteke bi vê þêwazê ne demokratîktir e? Ji bo çi di têkoþîna siyaseta demokratîk de cih nagrin?... Mirov bersiva van pirsan bixwaze ne þaþ e. Ez bawerim ku pêwîste hemû kesên welatparêz jî van pirsan bikin û bersiv bixwazin.
Îro Hukumeta AKP di rewþeke gelek xerab de ye. Di milekê de li Rojhilata Navîn de bi tenê maye. Siyaseta Erdoxan û hukumeta wî iflas kiriye. Di ser de jî keyraneke aborî ya giran li ber deriyê Tirkiye ye. Di heman demê de li Surî û Rojava binkeftineke mezin tamkirin. Çeteyên ku bi rêxistin û hevkariya hukumeta AKP êriþî gelên Rojava û deskeftan dikin di warê leþkerî de bi binketin. Ew têkçûyin di heman demê binketina Tirkiye, Hukumeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê bû. Ji ber ku herdu hêz li dijî Þoreþa Rojava di hemen sengerê de bûn. Hukumeta herêm jî bi Hukumeta Navendî ya Iraqê re nakokiyên giran jiyandýkýrýn. Herdu serok, partî û hukumetên di Rojhilata Navîn de tengav bibûn, bi vê hevgirtina lawazan xwestin xwe ji vê rewþê rizgar bikin. Ev hevgirtina lawazan li ser rêgezê dijayetiya Tevgera Azadixwazê Kurdistanê û Þoreþa Rojava avabibû.
Di vê hevgirtinê de dewleta dagirker ya Tirk û Hukumeta AKP’ê sûdmend bû. Ji ber ku bi pertola ji Kurdistanê bihata, wê peþi li qeyrana aborî bihata girtin. Di heman demê de li Rojava ji ber hevkariya bi çeteyên El Kaide re hukumeta AKP li ser Suç hatibû girtin. Di nava gelên Rojava, Bakur û Baþûr de bertekek þênber afirîbû. Bi piþtgiriya Mesud Berzanî û PDK’ê jî wê di milê siyasî de xwe mafdar û rewa nîþanbida. Ji ber vê yekê berê ku serdan destpêbike, Mesud Berzanî heqaret li gel û Þoreþa Rojava kir û Þoreþa bi xwîna þehîdan avabibû înkar kir.
Van siyaset û kiryarên ku tu pêwendiyên wê bi netewîyet û welatparêzî nîn e, mirov kare gelek dirêj bike. Ji ber ku kiryar bi qasî dij mirovî ye, hewqas jî zêdene. Lê belê evên ku hatine rêzkirin jî Hukumeta AKP û PDK û Hukumeta Herêma Kurdistanê di nava hevkariyete çawa qirêj de ne þênber nîþandide.
Baþ e, di vê helû mercên ne asayî de PDK Bakur were damezirandin wê çi bike? Pirs û bersiva jiyanî di vir de ye. Wê di siyaseta demokratîk de valatiyeke dagre, wê ji bo maf û berjewendiyên gelên Kurdistanê bi pêþxîne bitêkoþe an jî wê hewlbide ku valatî ava bike?
Rêzan Çiyayî / Komünar
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info