Di nava rêfên Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan de her sal weke kevneþopiyekê roja 11’ê Nîsanê rojbûna dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,
Di nava rêfên Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan de her sal weke kevneþopiyekê roja 11’ê Nîsanê rojbûna dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûweyþ Ocalan bi çalakiyên cûr be cûr tê bibîranîn. Gerîlayên HPG’ê bi boneya wefata dayîka Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîma bîraninê li darxistin. Bi sedan gerîla tevlî merasîma bîranînê bûn.
Ûweyþ Ocalan di salvegera wefata xwe de ji aliyê gerîlayên Kurd bi merasîmek heybet hate bibîranîn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoþîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bi boneya rojê ji aliyê gerîlayan ve li ser jiyana dayîka Rêberê Gelê Kurd Ocalan axaftin hatin kirin. Axaftvanan dan diyarkirin ku weke gerîlayên Kurd ew deyndarê dayîka Ûweyþ in ku rêberek weke Abdullah Ocalan anîye dinê. Di berdewamiya merasîmê de gerîlayan nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên li ser dayîka Ûweyþ guhdarî kirin. Di merasîmê de bi giranî tevlîbûna gerîlayên jin balkêþ bû.
‘DAYÎK PÊÞENGÊN CIVAKÊ NE’
Gerîlaya jin Berfîn Salmas sala 2009’an ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bûye. Gerîla Salmas diyar kir ku ew her sal di salvegera wefata dayîka Ûweyþ de wê bi rêz bibîrtînîn û wiha pê da çû: “Em di kesayeta dayika serokatîya xwe (dayîka Ûweyþ) de li hemberî hemû dayîkên Kurd bejna xwe ditewînin. Serokatî di zarokatiya xwe de ji dayika xwe qut bû, di þexsê dayika xwe de ji bo hemû dayîkên Kurd ked da û xwedî li wan derket. Keda dayîkan zêdetir da pêþ. Mirov berxwedan û keda dayîkên Kurd dibîne. Dayîkên Kurd her ku diçe pêþ dikevin. Di her serhildanekê de dayîkên kurd pêþeng in. Dayîkên me pêþengên þoreþa Kurdistan in.”
KEDA DAYÎKAN PÎROZ E
Gerîlaya jin Derya Mêrdîn bi boneya rojê anî ziman ku hebûna wan a li serê çiyan bi sekna dayîkên Kurd watedar e û wiha got; “Em ji bo dayîka Ûweyþ sipasdar in ku mirovek weke rêbêr APO anî dinyayê. Ji bo wê jî em her tim wê bi rêz bi bîr tînin. Di kesayeta wê de keda hemû dayikan ez silav dikim. Dayikên Kurdan îro pêþengên têkoþînê ne. Her tim rengê xwe didin serhildan û têkoþînê. Keda dayîkan pîroze, ji ber wê jî nayê ji bîr kirin.
Gerîla Derya Mêrdîn da zanîn ku ewê di bin her þert û mercan de xwedî li keda dayîkan derbikevin û axaftina xwe wiha domand “Eger dayik pêþeng bin, hebûna me ya li vê derê bi wate dibe. Ji ber wê bi qasî ku ji destê me tê emê jî hewil bidin xwedî li keda dayikan derbikevîn. Ji ber ku em jî zarokên wan in. Ji ber ku Rêber Apo jî di þexsê dayîka Uveyþ de tevgera jinê afirand. Em tu carî keda wê ji bîr nakin. Keda serokatî jî bi keda dayikê ve girêdayî ye. Em bi pêþengiya dayikan keyfxweþ in. Em ê her tim layiqê keda wan bin. Bi wesîla vê rojê banga min ji bo hemû dayîkên Kurd ewe ku pêþengiya xwe berdewam bikin û felsefeya Rêber APO hembêz bikin.”
Gerîlayek din a jin Viyan Wan jî diyar kir ku ew bi saya serê dayîka Ûweyþ gihiþtine vê rojê û di derbarê rojê de hestên xwe wiha vegotin; “Dayika Uveyþ ji bo me rûmet e. Ji ber ku kesayetek weke Rêber APO anî dinê. Kesayetek mîna serokatî, îro gelê Kurd aniye asta ku azadiya xwe bidest bixe. Rêber APO, gelê Kurd ji xewa mirinê þiyar kir. Îro bi saya serê dayîka Uveyþ, gelê Kurd gihiþtiye vê astê. Mirov nikare keda dayikan bi du gotinan bîne ziman. Dayîka Uveyþ jî dayîkek bi heybet e. Îro pêþengên têkoþînê dayîkên kurd in. Yên herî zêde li hemberî dagirkeriyê disekinin dayîkên Kurd in. Mirov vê bi hêsanî dibîne. Gerîla dema ku dibîne dayîk xwedî li têkoþînê derdikevin, jê hêz digire. Em weke gerîla bi serhildanên dayîkan serbilind in.”
Erdal Cîlo
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info