Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik derbarê dîroka komploya navnetewî ya li dijî qirkirina Kurdan dest pê kir vegot û diyar kir
Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik derbarê dîroka komploya navnetewî ya li dijî qirkirina Kurdan dest pê kir vegot û diyar kir “Roja 15 ê Reþemiyê (Sibatê) di dîroka gelê me û dîroka tevgera me de rojeke reþ e.” Bayik got; “Heyanî ku têkoþîna xwe bi ser xistin, nêzîkatiya wan ji Kurdan re li ser vê tifaqê meþiya, nêzikatiyên wan ji Kurdan re ne li ser siyaseta înkar û îmhayê bû. Kurd qebûl dikirin û tifaqa Kurdan jî ji bo xwe bingeh werdigirtin.” Bayik bal kiþand ser Peymana Lozanê û diyar kir ku ‘Polîtîkaya îmha û înkarkirina Kurdan bi Peymana Lozanê û piþtî wê dest pê kir.
Me pêvajoya komloya (plangerî) ku ji sala 1925’an ve heya niha li ser gelê Kurd hat meþandin, dîsa di piþt van komloyan de kîjan hêz hebûn, di dîrokê de ev komplo çawa pêþketin, komploya ku di sala 1999’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat pêþxistin, sedem û armancên vê komployê çi bûn, helwestên gelê Kurd li hemberî van komployan çawa bû, bi taybetî jî tevgera azadiya gelê Kurd bersivek çawa da vê komloyê; Endamê Konseya Serokatiya Rêvebir Cemîl Bayik pirsiyar kir.
*Hûn rewþa Tirkiyeyê ya di navbera sala 1916-1921’an dîsa nêzikatiyên Tirkiyeyê bi Kurdan re çawa dinirxînin?
-Roja 15 ê Reþemiyê (Sibatê) di dîroka gelê me û dîroka tevgera me de rojeke reþ e. Tê zanîn ku dewleta Osmaniyan belav bibû, Anatoliya ji gelek aliyan ve hatibû dagirkirin, Îtîhat terakî di þerê cîhanê de wenda kiribû û derbe xwaribû. Neteweya Tirk li ser belavbûna Osmaniyan dixwest ku dewleteke nû ava bike. Ji bo ku dewleteke nû ava bike, pêwîstî bi têkoþînek hebû. Ji bo ew têkoþîn pêþ bikeve, ser bikeve û encam bigire pêwîst bû hem di hundir de hem jî li derve hin tifaq pêk bianîna. Eger ev pêþ nexistana nikarîbûn di wê belavbûn û dagirkirinê de têkoþînek pêþ bixîne, encam werbigirin û dewletek ava bikin.
MÛSTAFA KEMAL DÎT KU BI FERASETA ÎTÎHAT TERAKÎ NIKARE DEWLETEKE NÛ AVA BIKE
Li hundir bi Kurdan, Îslam û Sosyalîstan re tifaq çê bikirina. Li derve jî bi Sovyêt û dîsa bi Îngîlîzan re pêwendî û têkilî çê bikirina bi vê bikarîbin ku wê têkoþînê pêþ bixin û encam wergirin. Derveyê vê, ne gengaz bû ku têkoþîn pêþ bixînin û bigîhêjin encamê. Mûstafa Kemal dît ku bi feraseta Îtîhat Terakî nikare dewleteke nû ava bike. Jixwe Îtîhat Terakî li gel Elmanan ketibû Þerê Cîhanê yê Yekem û di encama wê de Osmanî têk çûbûn, belav bibûn û Tirkiye hatibû dagir kirin. Ew siyaset îflas kiribû û bi vê siyasetê nekarîbû têkoþînek pêþ bixîne û encam werbigire. Ji ber vê yekê Mûstafa Kemal bi Kurdan, îslamiyan û sosyelîstan re tifaq esas girt.
Di vê tifaqê de herî zêde girîngî da tifaqa bi Kurdan re. Lê derve jî hem bi Îngîlîz û hem jî bi Sovyetan re têkiliyên xwe bi pêþ xistin. Xwestin ku ji nakokiyên derve jî sûdê werbigirin, ji bo ku bikaribin ji her kesî alîkariyê wergirin. Ji bo ku vê têkoþînê bi ser bixin, pewistiyên wan herî zêde bi Kurdan hebû. Bê Kurd jî nikarîbûn encam werbigirin. Dema ku Mûstafa Kemal dest bi têkoþînê kir, ger mirov baþ binêre di serî de li Kurdistanê ev têkoþîn dest pê kir û alîkariya Kurdan wergirt bi vê yekê tevger pêþ xist. Di sala 1919’ an de dema ku ev tevger hate destpêkirin li Koçgirî yê jî Kurdan raperînek pêþ xistin.
*Di wê demê de nêzikatiya dewleta Tirk raperîna Koçgirî re çawa bû?
NÊZÎKATIYA WAN JI BO KOÇGIRÎ BI HESAB Û KITAB BÛ
-Di wan deman de pêdiviya Tirkiyeyê bi Kurdan hebû. Ji ber vê çendê nêzikbûnên wan ji raperîna Koçgirî re bi hesab û kîtab bû. Bi teqtîk nêzîkî vê raperînê bûn û nexwastin navbera xwe û Kurdan xera bikin. Di hin milan de çûn ser raperîna Koçgiriyê û pêþiya serhildanê girtin, hin kuþtin jî pêk anîn, lê belê di wan þert û mercan de nikarîbûn Kurdan înkar û îmha bikin û jinavbirinê esas wergirin. Ger ev plan danîbûna pêþiya xwe nedikarîn xwe ji wê belavbûnê bifilitiyana û dewletek neteweyî ava bikiribana. Wê demê dê derbeyên hîn mezintir bixwaribana. Çimkî ji dîrokê jî encam derxistibûn, kengê bi Kurdan re tifaq kiribûn wê demê xwe ji nava metirsiyan (talûkan) derxistibûn û encam wergirtibûn. Lê kengê navbera wan û Kurdan xera bibû wê demê jî derbe xwaribûn. Ev rastiyê gelek baþ dizanîbûn.
Di dema Raperîna Qoçgirî de jî di rewþeke gelek xeter de bûn. Eger tifaqa xwe bi Kurdan re winda bikirana û piþtgiriya Kurdan winda bikirana wê demê nikaribûn encaman jî wergirin. Lewra gelek bi hiþk neçûn ser serhildana Koçgiriyê, xwestin ku serhildana Koçgiriyê weke pirsgirêkeke mezin nîþan nedin, ji ber vê bi lezgînî çareser kirin. Ji ber ku tifaqa bi Kurdan re girêdayî vê yekê bû.
KURD DI MAKEZAGONA 1921’Ê DE DIHATIN QEBÛLKIRIN
Heyanî ku têkoþîna xwe bi ser xistin, nêzîkatiya wan ji Kurdan re li ser vê tifaqê meþiya, nêzikatiyên wan ji Kurdan re ne li ser siyaseta înkar û îmhayê bû. Kurd qebûl dikirin û tifaqa Kurdan jî ji bo xwe bingeh werdigirtin. Ji ber vê di sala 1921’ an de dema makezagona bingehîn a Tirkiyeyê hat amedekirin, înkarkirina Kurdan têde tinebû. Ne tenê Kurd hemû neteweyên din jî di vê destûra bingehîn (makezagonê) de dihatin qebûlkirin.
Di destûra bingehîn ya 1921’ an de bingeha dewleta Tirkiyeyê hat avêtin û pêþxistin. Di vê destûra bingehîn de hemû gelên ku di bingehdanîna dewleta Tirkiyeyê de cih girtin di nav vê destûra bingehîn de cih digirtin. Di vê destûra bingehîn de înkara gelê Kurd nebû, berovajî vê yekê gelê Kurd weke netewe tê qebûlkirin û pejirandin. Hemû netewe û gelên din jî qebûl dike.
DI SALA 1922 DE PARLEMENTOYA TIRKIYEYÊ DE MAFÊ DIYARKIRINA KURDAN HEBÛ
Di sala 1922’ an de di Parlamentoya Tirkiyeyê de, ji bo Kurdan mafê diyarkirina çarenûsa xwe dihate nasîn, hem jî bi hijmareke mezin ev hate pejirandin (qebûlkirin). Piþtî wê jî di nav gotinên Mûstafa Kemal de înkara Kurd nîne, berovajî vê Kurd tê qebûlkirin û otonomî û xweserî têde hey e. Ev rastî heya sala 1923’ an jî berdewam dike.
PEYMANA LOZANÊ
Di sala 1923’ an de Peymana Lozanê çê bû. Di Peymana Lozanê de hîm û bingehên dewleta Tirkiyeyê hat diyarkirin; karekter û sînorên vê dewletê diyar kirin. Bi peymana Lozanê dewleta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de xwe dida qebûlkirin û hêzên navneteweyî jî bi vê tifaqê dewleta Tirkiyeyê naskirin. Ji ber vê di sala 1924’ an de li ser Peymana Lozanê destûra bingehîn ya Tirkiyeyê hate pêþ xistin. Heta wan deman jî di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de îmha û înkarkirina Kurdan tine bû. Tirkiye di belavbûna Osmaniyan û dagirkirina axa Osmaniyan de têkoþînek da meþandin û di vê têkoþînê de dewleta Tirk hate avakirin, ew bi tifaq, alîkarî û têkoþîna Kurd hat avakirin. Ev rastiyek e.
Kengê ev têkoþîn bi serket û di peymana Lozanê de tifaqek pêk hat û dewleta Tirkiyeyê di qada navneteweyî de hat nasîn û pejirandin û þûnde di sala 1924’an de destûreke bingehîn a nû dewleta Tirk pêþ xist. Di vê destûrê bingehîn de êdî jinavbirin, înkar û îmhakirina Kurdan bingeh hat wergirtin. Di vê destûra bingehîn de cih nedan Kurdan û Kurd derveyê vê destûra bingehîn hiþtin. Sedema vê jî avakirina dewletek netewe bû.
Neteweyek bi navê Tirk dihat avakirin û cih nedidan neteweyên din. Êdî ji bo xwe, girîngî nedan tifaqên hundir. Tifaqa bi Kurdan, îslamî û sosyalîstan re terk dikir û dest jê berdidan. Tifaqa xwe bi Sovyetan re ber bi tifaqa Îngîlistanê ve dibir û pêþ dixist. Tifaqa xwe ya bi Sovyetan re jî xera dikir. Ji bo xwe sîstema modernîteya kapîtalîst (nûjeniya sermayegerî) esas wergirt. Ji ber ku bi peymana Lozanê re ligel Îngilîz û pergalê runiþtin û bi wan re tifaq pêk anîn. Êdî ji bo xwe sîstema nûjeniya sermayegerî bingeh werdigirtin. Her wiha êdî pêdiviya wan bi Sovyet, Kurd, Îslam û sosyalîstan nemabû. Li gorî pergala kapîtalîzmê (sermayegeriyê) jiyanek, çandek û civakek dihat avakirin û pêþxistin. Divê di nav vê çand û pergalê de hemû reng, cûdahî û neteweyên din bên helandin. Ji ber ku tenê li ser nijad û neteweyek jiyan dihat avakirin.
SIYASETA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ YA KU BI LOZANÊ Û PIÞTÎ WÊ DESTÛRA BINGEHÎN YA 1924’AN RE TÊ PÊÞXISTIN
Ji ber ku Îtîhat Terakî di Þerê Cîhanê yê Yekem de winda kiribû, Mûstafa Kemal li gorî xwe xetek pêþ xistibû, lewra rola Îtîhat Terakî heya sala 1924’an kêm e. Weyna (rol) Îtîhat û Terakî pîþtî destûra bingehîn ya sala 1924’ an û þûnde derdikeve holê û mezin dibe. Siyaseta Îtîhat Terakî li Tirkiyeyê serdest dibe û êdî ew ê Tirkiyeyê bide meþandin û rêvebirin. Siyaseta Îtîhat Terakî û avakirina netewe-dewletê digihêje hev, ji ber vê wê giraniya siyaseta Îtîhat Terakî di Tirkiyeyê de çê biba. Yên ku pêþiya vê pergal û siyasetê astengî çê bikin wê Kurd bin. Ji ber vê çendê wê Kurdan ji xwe re bikin hedef, wê bixwazin ku Kurd û Kurdistanê ji her alî ve ji holê rabikin. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi Lozanê û piþtî wê destûra bingehîn ya 1924’an re tê pêþxistin, beriya wê siyaseta îmha û înkarê nebû; ango pêvajoya siyaseta îmha û înkarê di wan deman de dest pê dike.
Piþtî destûra bingehîn ya sala 1924’ an êrîþ li ser Kurdan tê pêþxistin, gelek kiryarên mîna komkujî, êþkence, girtin pêk tên û her tiþtek bi navê Kurd û Kurdistanê tê qedexekirin. Di wan deman de êdî kî xwedî li Kurd û Kurdistanê derbikeve divê bê girtin, îdamkirin, bikeve girtîgehan û êþkence lê bê kirin. Ti tiþt divê bi navê Kurd û Kurdistanê tinebe; ji ber ku Kurd derveyê destûra bingehîn mane. Kurd êdî derveyê zagonê ne, nazagonî ne û pewist e ji holê bê rakirin. Eger (heke, ger) sala 1925’an û heya sala 1940’î li Kurdistanê pêþxistina komkujî û qirkirinan, hemû di encamê vê siyasetê de pêþ dikevin.
*Ji nû ve avakirina dewleta Tirk ya salên 1924’an û nêzikatiyên wan ligel Kurdan, rola Îngîltere çî ye? Di roja me ya îroyîn de polîtîkayek nû der barê pirsgirêka Kurd de tê diyarkirin hûn nêzîkatiyên DYE, Îngîlterê û Îsraîlê çawa dinirxînin?
DI DAMEZRANDINA KOMARA TIRKIYEYÊ DE ROLA ÎNGLÎSTANÊ
-Parçekirin (dabeþkirin) û parvekirina Kurdistanê di destpêkê de bi tifaqa Qesra Þîrîn pêk anîn. Her çiqas Kurdistan bi vê peymanê bibû du parçe jî, beþa ku di sînorên Sefewiyan (îro Îran e) de mayî beþeke biçûk bû, beþa bingehîn û ya mezin di deste Osmaniyan de ma. Piþtî Peymana Qahîreyê; Îngiltere û Frensayê Kurdistan careke din dabeþ kirin. Çimkî di Þerê Cîhanê yê Yekem de bi bloka Îngilîz û Frensayê cîhan careke din li gor pergala nûjeniya sermayeger ristin û bi rê xistin û hevsengiyeke nû li dar xistin. Ji bo vê jî Rohilata Navîn li gorî berjewendiyên pergalê bi rê xistin, ev yek bi Tifaqa Qahîreyê pêk anîn. Wê demê Kurdistan jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de ji nû ve þêwandin û bi rê xistin; tevahiya Rojhilata Navîn ji nû ve bi rê xistin; ji ber vê çendê jî Kurdistan let bi let û perçe perçe kirin.
Esas parçebûna Kurdistanê bi tifaqa Qahîreyê çê bû. Wê demê Kurdistan kirin çar beþ û her beþek wê jî kirin di bin xizmeta dewletekê de. Yên ku Kurdistan parçe kirin Frensî û Îngîlîz bûn. Îngilîzan ev siyaset dan meþandin. Bi tifaqa Qahîreyê, Îngilîzan giraniya xwe di Rojhilata Navîn de saz kirin. Tifaqa Qahîreyê jî, bi siyaset ango statîkoya Îngilîzan hat pêþ xistin. Dema Rojhilata Navîn þêwandin û hevsengiyên nû çê kirin, wê demê cih nedan Kurdan. Kurd înkar kirin; îmhakirina Kurdan wek bingeh wergirtin.
DEWLETÊN DAGIRKER SIYASETA ÎNAKR Û ÎMHAYÊ JI FRENSÎ Û ÎNGLÎZAN WERGIRTIN
Dewletên dagirker, ew siyaseta înkar û îmhayê ji Frensî û Îngîlîzan wergirtin û xistin pratîkê û di pratîkê de pêþ xistin. Serkêþî û serperiþtiya pergalê (sîstemê) Îngîlîzan dikir, ji ber vê sîstemê piþtgirî da siyaseta înkar û îmhayê. Ger ku dewletên dagirker wek Tirkiye, Îran, Suriye û Iraq li ser Kurdan siyaseta îmha û înkarê bê sînor meþandibin, ji ber sûdwergirtina vê sîstema Îngilîzan serkêþî dikir e û dagirkerên herêmî jî ji wê sîstema hanê kelk wergirtin. Heke wisa nebûya wan nikarîbûn, ew siyaseta qirkirin û jinavbirinê li Kurdan wisa bê sînor bidana meþandin.
Dema ku Osmanî belav bûn û Tirkiye hat dagirkirin û Mûstefa Kemal tifaqa bi Kurdan re li hemberî wê tevgerek pêþ xist, wê demê ji bo xwe sînorek danîbûn û digotin; ‘Mîsakî Millî’ di mîsakî millî de Kerkûk û Mûsil jî hebû. Di Mîsakî mîlî de Kurd jî hebûn. Çawa ku bi peymana Qesra Þîrîn de Kurdistan bibû du beþ, di Mîsakî Milî de jî careke din Mûstefa Kemal li Kurdên ku di nava sînorên Osmaniyan de mabûn, xwedî derdiket. Ji ber vê Mûsil û Kerkûk xistibûn di nava Mîsakî Milî de. Kurdistana ku derveyê Sefewiyan (Îran) mabûn careke din lê xwedî derdiketin. Ji ber vê Mûstafa Kemal digot; ‘tevgera ku em pêþ dixînin ya Tirk û Kurdan e’. Wate, welat, parlamento û dewlet aku em ava dikin ya Kurd û Tirkan e. Ji ber vê çendê di Kurdistanê de dest bi kongre û têkoþînê kir. Kurd hîn di destpêkê de li gel Mûstafa Kemal cih girtin. Ji ber ku Mistefa Kemal cih dida Kurdan. Wiha ev tevger pêþ ket heta Pêymana Lozanê.
*Çima heta Lozanê?
-Ger mirov baþ binêre, heya Peymana Lozanê dest ji Kurdistanê ango Kurdan berdan, li holê tune bû. Lê bêlê bi Peymana Lozanê re dest ji Mûsil û Kerkûk hate berdan. Dest ji Kurdistana ku îro di nav sînorê Suriye û Iraqê de mayî, hate berdan. Ev ne bi daxweziya M. Kemal û Kurdan çê bû. Ev yek, Îngîlîzan bi Tirkiyeyê û Mustefa Kemal dan perjirandin. Îngilîzan didît ku Kurd ne rihet in, nerehetiya Kurdan jî ji ber Peymana Lozanê de cih nedana Kurdan dihat. Nemaze di destûra bingehîn a sala 1924’ an de hatibû avakirin de jî Kurd nebûn. Ew destûra jî li ser bingehê Lozanê hatibû pêþ xistin.
HETANÎ PÊYMANA LOZANÊ JÎ KURD HÊZA TIFAQÊ BÛN Û HER TIÞT BI NAVÊ KURD Û TIRKAN DIHATE PÊÞXISTIN
Hetanî Pêymana Lozanê jî Kurd hêza tifaqê bûn û her tiþt bi navê Kurd û Tirkan dihate pêþxistin, lê bi destûra bingehîn a 1924’an re Kurd derveyê makezagonê hatin hiþtin. Kurdan jî ev rastiya dîtibûn û dizanibûn êdî hedef in. Ji ber ku êdî neheqî li wan dihat kirin, mafê wan nedihat dayîn û dihatin înkarkirin. Ev jî rê li ber jinavbirin û îmhakirina Kurdan vedikir. Îngilîzan ev nerehetiya Kurdan dîtibûn û li dijî Tirkiyeyê didan þixulandin. Kurd li hemberî Tirkan weke gef û tehdîdek bi kar dianîn. Ji Tirkan re digotin, ‘heke hûn daxwaziyên me qebûl nekin, wê demê em jî alîkariya Kurdan bikin’. Bi vê tehdît dikirin. Lewazbûna Tirkan jî di vî warî de hebû, ji bo ku Îngîlîz alîkariya Kurdan neke û tevgerek Kurd pêþ nekeve, Tirkiyeyê daxwazên Îngîlîzan ango yê sîstemê qebûl dikir. Daxwaza pergalê jî ev bû; yek têkiliyên xwe bi Sovyetan re qut kirin û ji wan dûr ketin, bi vê yekê jî ligel pergala nûjeniya sermayegeriyê (sîstema modernîteya kapîtalîst) cih girtin. Ya dîn jî dest ji Kurdan berdabûn. Wate, dest ji Mûsil û Kerkûkê berdabûn. Tirkiyeyê jî xwestek û daxwaza Îngîlîzan qebûl kir. Ji ber vê çendê xwediyê Mîsakî Mîlî derneket, li Mûsil û Kerkûkê xwedî derneket û dest jê berda. Bi vê jî daxwaziyên Îngilîzan pêk anî. Îngilîzan jî bi Pêymana Lozanê Tirkiye qebûl kir.
Di nêzîkbûna Îngilîzan de Kurd qebûlkirin tinebû, ji bo daxwazên xwe pêk bînin Kurd wek þantaj bi kar dianîn. Kurd weke kart di heremê de bi kar dianîn, li dijî dewletên dagirkerê Kurdistanê. Ji bo heremê bikin jêr xizmeta xwe bi awayekî textîk nêzî Kurdan dibûn. Di hinek waran de nêzîkî hinek tevgeran û Kurdan dibûn, sedemê vê nêzikbûnê jî ew bû ku dewletên dagirker bikin jêr xizmeta xwe û daxwazên xwe bi wan bidin qebûlkirin. Ne ku ew tevgerana ango Kurdan qebûl dikirin li gorî wê nêzik dibûn. Bi temamî li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibûn.
Di siyaseta modernîteya kaptalîst de Kurd nîne, berovajî vê ew hebû ku wê çawa Kurdan bikin jêr xizmeta xwe, çawa herêmê bixin jêr xizmeta xwe. Nêzîkatîkî wisa hebû. Hin caran nêzîkî Kurdan bûne hin caran jî nêzîkî dewletên dagirker ên heremê bûne, xwestine di heremê de hem Kurdan hem jî van dewletan bi rê ve bibin (îdare bikin), îdare kirine. Di encamê de xwestine hemûyan jî neçarî xwe bikin û bikin di bin xizmetê xwe de.
Piþtî ku Kurd li xwe xwedî derketin, li dijî qirkirinê derketin, ji bo wê têkoþiyan, ji bo xwe nirx ava kirin û þûnde pergala nûjeniya sermayeger (modernîteya kapîtalîst) dît ku nikarin mîna berê Kurdan îmha û înkar bikin, ev siyaset êdî nameþe, ji ber ku Kurdan ev siyaset vala derxist û pûç kir; wê demê neçar man ku Kurdan qebûl bikin. Lê Kurdan weke miletek, neteweyek, gel qebûl nakin. Dibêjin, ‘Kurd hene, berê jî hebûn, lê niha weke gelek nîn in; di asta kes û þexsan de Kurd hene’. Ji bo vê jî dibêjin; heqê miletebûnê ji bo Kurdan nîne, lê mafê takekesî hene. Yanî mafê takekesî yên demokratîk ji bo Kurd hey e. Niha siyasetek wiha dimeþînin. Ev siyaseta jî tê vê wateyê; siyaseta berê di þert û mercên nû de careke din pêk anîne. Di rasteqîn û bingeha xwe de dîsa siyaseta înkar û îmhayê esas wergirtine. Ji ber ku Kurdan li hemû qadan têkoþîn pêþ xist û ew siyaseta klasîk ya ku Kurd qebûl nedikir, ya ku îmha û jinavbirin digirt ber xwe û bingehê her tiþtî, dîtin ku îflas kir û nema dimeþe, êdî Kurd bûne hêz neçar man ku di siyaseta xwe de guhartinan bidin ava kirin. Ev guhertin jî ne ji ber ku Kurd qebûl dikin, maf û vîna wan nas dikin. Kurdan weke takekes qebûl dikin, dibêjin; ‘Di vê çarçovê de mafê takekesî hey e, ew jî bi demokrasiyê û mafê mirovan çareser dibe, em dikarin pirsgirêka Kurd jî bi vî awayî çareser bikin’.Siyaseta niha bi rê ve dibin, ev e.
Þevîn Murad Bîngol- Medya Dêrsîm-
TÊBINÎ: Ev hevpeyvîn wê sibe derbarê sergotarên jêrîn de bidome
- ‘Komploya Kesk’ ya hikûmeta AKP’ê
-Komploya Navnetewî an jî ‘Roja Reþ’ 15’ê Reþemiyê
-Gelê Kurd li hemberî vê helwest û têkoþîneke çawa bide raberkirin?
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info